Di çalakiyên 8’ê Adarê de jinên kurd û ereb hatin bahev
18:47
JINHA
HATAY – Li Hatayê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de jinên kurd û ereb hatin bahev. Jinan diyar kirin ku dê li hember bihişmendiya mêrane rêveberiya dewletê ya ku rengê tu gelan nasnake dê tekoşînê bikin.
Di bin pêşengiya Komeleya Xwendekarên Azad û Demokrat ya Amanosê (ADO-DER) de jin hatin bahev. Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de xwarinek hat amade kirin û jinên kurd û ereb tevlî xwarinê bûn. Jinan di xwarinê de dan zanîn ku dê li hember hişmendiya dewletê ya mêrane ûrengê gelan nas nakin, dê ji bo jin bi hemû rengên xwe derkevin pêş tekoşînê bikin. Jinan destnîşan kirin ku Hatay bi pir çandiya xwe ya xweşik dê rengê xwe bide xebatên jinan jî. Di dawiyê de jinan li ber dengê erbaneyê govend gerandin.

