Berxwedana ji Roboskî ber bi Beyogluyê ve…
09:39
Eylem Daş/ JINHA
STENBOL- Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Beyoglu yê Seyhan Alma ya ku birayê wê di qirkirina Roboski yê de jiyana xwe ji dest dayî. Seyhan diyar kir ku ew weke jinek kurd, Roboskî û sergirtî li Beyoglu yê dê hemû kesên ku ji aliyê pergalê ve weke yên dinê hatine dîtin bigirin nava xwe û gotin: “Emê şêwirmendiya jinan ava bikin û ji bo her awayî pirsgirêkên wan parêzeran dabîn bikin. Di aliyê deronî de emê derunasan dabîn bikin û piştevaniya jinan bikin. Di her taxan de emê kreşên bê muçe ava bikin. Emê civakê bi LGBTİ re bînin bahev û hemû nêrînên nerênî bişikênin. Bi kinasî emê Beyogluyek nû ava bikin.”
Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Beyogluyê Seyhan Alma jinek kurd ya ciwan hêj di temenê 27 saliyêdene. Çêroka jiyana wê û birayê wê yê ku di qirkirina Roboskî de jiyana xwe ji dest dayî. Ew jiyanê weke beriya wendakirina birayê xwe û piştî wenda kirina wî ji hev cuda dinirxîne û wiha dibêje: “Jiber tişitên ku min jiyan dikir piştî wenda kirina birayê xwe ez ketim di ferqa wan de. Ji mer re dibêjin ‘hemû gel wekehevin’ lê min di qirkirina Roboskiyê de newekheviya me baş dît.” Seyhan anî ziman ku piştî zawiciye koçî Stenbolê kirine û wiha domand: “Ji ber ez kurd bûm tenê carekê jî ez negirtim kar. Carekê jî ji ber serê minê girtîbû ez ji kar avêtim. Piştî qetilkirina birayê xwe em çiqas hatine durxistin, weke yên dinê hatine dîtin min baş dît. Bi qetilkirina birayê xwe re ez ketim nava lêgerînên dadmendî û nasnameyê.” Seyhan diyar kir ku ji bo jiyankirina van hemû nerêniyan vegerîne jiyanek erênî ji bo girtina Şaredariya Beyogluyê têdikoşe.
‘Dê dad li Roboskiyê biwelide’
Seyhan da zanîn ku bi wendakirina birayê xwe re wê ew roja di jiyana xwe de jî wenda kiriye û wiha berdewam kir: “Birayê min di doza bidestxistna nanekê de hatqetilkirin. Ez niha deynê hestiyariyê didim. Ji bo qatîl derkevin û bên darezandin ezê tekoşînê bikim. Dewlet bi dadmendiya Roboskiyê re pirsgirêkan dijî. Kurdên li Roboskiyê dijîn ji bo di derbarê jiyana xwe de bibin xwediyê mafê gotinê dixebitin. Dewletê ji bo girtina vî mafî ji destê wan qet xwe neda paş. Li cihê bê dad, dadmendî diwelide. Dê dadmendî li Roboskiyê biwelide.”
‘Emê kesên ku ji aliyê pergalê ve weke yên dinê hatine dîtin bigirin nava xwe’
Seyhan destnîşan kir ku beriya qirkirina Roboskiyê ew BDP yî bûn û got: “Lİ Kurdistanê ji xwe polîtîkayek ya nasname tune hesibandin û ziman înkar kirinê heye. Dengê xwe bidin û tevlî Cejan Newrozê bibin. Bi vî awayî her kes xwezayî xebatkarên partiyêne. Ez jî wihabûm. Lê piştî qetilkirina birayê min ez zêdetir tevlî xebatan bûm. Ezê ji cihek ku ji aliyê civakê ve weke dezawantaj tê dîtin despê bikim. Ezê weke Jinek kurd, ji Roboskiyê û sergirtî bi hestiyar nêzî hemû kesên ku ji aliyê dewlet û pergalê ve weke yên dinê hatine dîtin bibim û bibim dengê wan.” Seyhan diyar kir ku li tevahiya tirkiyê pirsgirêkên jinan yên bingehîn û hevbeş tacîz û tecawîze. Seyhan da zanîn ku dê ji bo jinan malên sitargehan veke û di her taxan de jî navendên çandê vekin.
‘Emê di hemû taxan de kreşên bê mûçe vekin’
Seyhan destnîşan kir ku ji bo pirsgirêkên jinan yên girêdayî dadgeh û hemû karên dinê dê di şêwirmendiyên jinan de parêzeran bicîh bikin. Seyhan bilêv kir ku dê ji bo jinên rastî tacîz û tecawîzan hatine derunasan jî bicîh bikin û got: “Emê bi parêzer û derunasên xwe re her dem li gel jinan bin û bi hev re li pirsgirêkên wan guhdarî bikin û bi hev re çareseriyê danin.” Seyhan diyar kir ku dê ji bo jinan li hemû taxan kreşan ava bikin û got: “Ji bo jin bi hebûna kreşan bikarin derkevin kolanan û hemû karên xwe bikin.”
‘Emê civakê bi LGBTİ yan re bînin ba hev û wê binhişiya wan bişkênin’
Seyhan da zanîn ku ew dê hişmendiya şaredariyek pir zimanî birêvebibin. Seyhan destnîşan kir ku dê şaredariyek wiha ava bikin her kes xwe têde bibînin û xwe têde rehet hîs bikin. Seyhan derbirî ku dê di şaredariyê de zimanê kurdî, ermenî û weke dinê bixebitin. Seyhan diyar kir ku di nava HDP’ê de pir LGBTİ hene, ew dê wan bi civakê re binin bahav û wê binhişiya li hemberî wan bidin şikandin û got: “Emê weke HDP’e bi wan re tekoşînê bikin.
‘Emê Beyogluyek nû ava bikin’
Seyhan bal kişand li ser cihên kar yên li Beyogluyê hatine girtin û got: “Bi ziyaretên me yên li gel esnafan em hîn bûn ku hemû kesên li Beyogluyê bazirganiyê dikin ji polîtîkaya heyî bêzar bûne. Yên ku heta niha hatine li ser kar berîkên xwe dagirtine. Li cihê ku ji bo gel xebatê bikin ew sermaye yê ku di berîka gel de jî kombûyî dizîne.” Seyhan di dawiyê de berxwedana parqa Geziyê bibîr xist û got: “Gel di parqa Geziyê de bersiva van hemû talan û diziyan dan. Em jî li gel van bersivan emê bi gelê xwe re bin. Emê bibin bersiva hêviyên wan.”
(zt)

