'Guldunya di nava jinên hatine qetilkirin de bûye sembol’

12:44

Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Guldunya ji aliyê xizmên xwe ve hat tecawîz kirin û paşê ji aliyê birayê xws ve hat qetilkirin. Di salvegera qetilkirine wê de girêdayî qetilkirina wê û bi hezaran jinên weke wê Civaknasa Navenda Amida ya Şêwirmendiya Jinan Evîn Guleker axivî. Evîn diyar kir ku ji aliyê civakê ve bi navê “namusê”  bedena jinan weke mal tê dîtin. Evîn Guldunya weke mînak nîşan da û got: “Guldunya rastî tecawîzê hat û ji aliyê dewletê ve nahat parastin. Jina ciwan ji aliyê malbata xwe ve hat qetilkirin. Di nava jinên hatine qetlikirin de Guldunya bûye sembol.”


Li Tirkiyê Guldûnya bûye sîmgeya jinên hatine qetilkirin. Çêroka Guldunya Toren li Gundek yê Bidlîsê yê bi navê Budakli despê kiriye. Guldunya ya ku di sala 1982’an de li gundê Budakliyê hatî dunyayê ji aliyê kurê xaltiya xwe Servet Taş ve hat tecawîz kirin û ducanî bû. Her çiqasî xwest wî zigê xwe veşêre jî lê di demeke kin de malbata wê bi buyerê hesiyan. Dema ku meclisa malbatê ji Guldunya yê bavê zarok pirsîn, Guldunya Servet Taş nîşan da. Lê Servet Taş tecawîz nepejirand. Piştî demekê êdî Servet Taş jî bûyer pejirand û ji mezinê eşîretê re ragihand. Biryara eşîretê jî divê Servet Taş Guldunya bigire û ji gund derkevin. Guldunya ev biryara li ser wê û bêyî vîna wê hatî girtin ne pejirand. Servet Taş jî ji gund reviya û êdî şopa wî nehat dîtin. Guldunya jî şandin Stenbolê. Demekê Guldunya li Stenbolê jiyan kir. Paşê birayê wê İrfan Toren yê ku ji Bidlîsê hat Stenbolê û xwest xwişka xwe bikuje lê biserneket. Guldunya xwe di pencerê de avêt û reviya. Guldunya çu li gel polîsan û diyar kir ku ew ji mirinê ditirse. Polîsan li qereqolê Guldunya teslîmî mam û birayê wê kirin û wan soz dan Guldunya nekujin. Guldunya li gel nasek yê xwe Alaattin Ceylan bicîh kirin. Guldunya di 1’ê kanuna 2003’an de zarokek welidand û navê wî kirin‘Umut’Guldunya ditirsiya ku zaroka wê bikujin neçar ma zaroka xwe ya ku pir jê hez dike da berdestiyan.


Guldunya ji bo nemire li ber xwe da lê mirinê ew berneda   


Ji aliyê eşîretê ve di sala 2004’an de biriyara kuştina Guldunya yê hat dayîn. Bavê wê Şerîf Toren hat Stenbolê û bi daxwaza dê Guldunya bibe Bursayê li gel xaltiya wê, Guldunya girt û bir. 1’ê sibatê ji bo Guldunya û Bavê xwe biçin Bursayê ji mal derketin û ber bi otogarê ve ketin rê. Lê hîna bi qasî sed metreyan neçuyîn birayê wê Ferit Toren derket û bi çekê li xwişka xwe reşand. Di êrîşê de Guldunya birîndar bû û rakirin nexweşxanê. Di mudaxeleiya despêkê de ji bo emelyatê Guldunya rakirin Nexweşxaneya Bakirkoyê ya Dewletê. Guldunya di îfadeya xwe de giliyê birayê xwe nekir. Di heman şevê de birayê wê Ferit Toren hat nexweşxaneyê. Ferit Toren di 26’ê sibata 2004’an de roja pêşemê saet di 03.45’an de weke refeqatci dikeve hindirê nexweşxanê û bi çekê du livan li serê Guldunya ya 22 salî dixe. Dema ku qatîl ji nexweşxaneyê derket hişê Guldunya yê dimire. Cenazetê Guldunya yê li gundê wê Budakli yê sipartin axê.


Umut niha 10 saliye  


Doza Guldunya Toren di dadgehê de xirabû. İrfan Toren yê ku du car dihat darezandin cezayê muebetê û Ferit Toren jî 23 sal û 4 meh cezayê girtîgehê girtin. Ferit Toren yê ku ji ber qetilkirina Guldunya yê di girtîgehê debû. Di 29’ê sibata 2012’an de bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. Kurê xaltiya Guldunya Servet Taş yê ku ew tecawîz kiribû jî piştî 7 salan di 14’ê cotmeha 2011’an de li kolana Sultanbeyliyê bi çekê hat qetilkirin. Dema ku hat lêkolînkirin yê ku Servet Taş qetlikirî bavê Guldunya Şerîf Toren bûye. Piştî demekê bavê Guldunya Şerîf Toren hat girtin û kete girtîgehê. Bavê Guldunya Şerîf Toren bi kuştina tecavizciyê keça xwe re herdu malbat rakir nava hev. Piştî qetilkirina Guldunya 9 sal paşê her du malbat li hev hatin. Zaroka ku Guldunya yê di 1’ê kanuna sala 2003’an de welidandi yê bi navê Umut niha 10 saliye. Ji ber sedemên ewlehiyê Umut li cihekî navnîşana wê ne diyar de dijî.


Guldunya li çar aliyan hat jiyan kirin û dijî


Li ser kuştina Guldunya ya bi kevneşopî hati kirin re 10 sal derbas bû. Di Tirkiyê de navê wê di nava jinên ku li hember tacîz û tecawîzê li ber xwe didin bûye sembol. Guldunya di nava teza ku bi boneya tecawîz û cînayetan hatî amade kirin de Guldunya bû mijar. Di Rapora Binpêkirinên Mafê Mirovan ya sala 2007’an de  girêdayî şideta nava malbatan hatî amade kirin de Guldunya mînak hat dayîn. Gursel Yaktli Oguz di teza xwe ya bi navê “Di jiyana civakî de jin” de çîroka Guldunya mînak nîşan daye. Hunermend Aylin Aslim sitiranek bi navê Guldunya amade kiriye. 13 jinên hunermend bi navê “Guldunya” albûmekê amade kirin û bi vê albûma xwe xwestin balê bikişînin li ser şideta di nava malbatê de. Di 9’ê adara sala 2009’an de ji bo bal bê kişandina li ser şideta li nava malbatê û jêre çareserî bê dayîn konsera albûma bi navê Guldunya hat dayîn. Zulfu Livaneli di albûma xwe ya bi navê “Hayata Dair” cih da sitiranek bi navê Guldunya. Navê Guldunya li dîziyek ya ku mijara wê şideta nava malbatê ye hat kirin. Li taxa Yenîmhale ya Enqerê navê Guldunya li parqekê hat kirin. Li Bitlîsê jî navê Komeleyek ya jinan kirine Guldunya.


‘Bi navê namusê cardin jî jinan hedef nîşan didin’    


Girêdayî qetlikirina Guldunya û jinên weke wê Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Amida yê Evîn Guleker nêrînên xwe anî ziman û got: “Em niha di nava rizîbûnek ya civakî ya ku bi her awayî şidetê li ser jinan dikin de dijîn. Yek ji sedemên vê şidetê jî di nava civakê de hişmendiya ku li ser jinan hatî ava kirine.” Evîn da zanîn ku li ser bedena jinan hişmendiyek  mêrane ya bi hemû awayê jiyanê hatiye ava kirin.


‘Divê hişmendiya civakê ya têgiha namûsê bê pirsîn’


Evîn bal kişand li ser çêroka bi hezaran jinên ku ji aliyê bav, bira, hevser û malbata xwe ve hatine qetil kirin û got: “Ev jinane yek jî ji aliyê kesên ne nas ve nayên qetilkirin. Ji aliyê saziya malbatê ya ku hatiye bilind kirin û pîro kirin ve tên qetilkirin. Divê têgiha namusê ji aliyê civakê bê pirsîn. Gelo tenên namus bedena jinane? Niha tenê namûs jinan îfade dike mêran nagire nava xwe.” Evîn jiyana Guldunya ya ku ji aliyê xizmên xwe ve hat tecawîz kirin û di sala 2004’an de ji aliyê birayê xwe ve jî hat qetilkirin û got: “Guldunya rastî tecawîzê hat, dema ku pêdiviya wê bi parastinê heyî ji aliyê dewletê ve nahat parastin. Jina ciwan ji aliyê malbata xwe ve hat qetilkirin. Guldunya di nava jinên hatine qetilkirin de bûye sembol. Niha jî Guldunya yên têne qetilkirin hene.


‘Jin çawan bijîn ji aliyê deshilatiya mêran ve hatiye diyar kirin’


Evîn diyar kir ku hişmendiya ku di nava civakê de rolê jinan diyar kirî pir bi pirsgirêke û wiha domand: “Bê guman tekoşîna jinan pir pêş ketiye. Jin di nava tekoşînek bê hempa ya civakî denin lê li hemberî wan jî hişmendiyek deshilat ya bê eman heye. Hişmendiyek ya mêrane ya ku jin çawa bijîn diyar dike heye. Ev hişmendî berevajiyê xebata jinan jinan vedigerînin malê. Hişmendiyeke ku têgihên weke jinên baş û xirab çêdikin ji bo jinan li malê vegerînin. Deshilatî bi vê hişmendiyê dijîn. Serokwezîr dest avêtiye hemû awayê jiyana jinan. Ji bo deshilatiyê jinan tehdîd dikin. Cihên ku rêxistinên jinan lê xurtbin evqas sepandinên civakî lê çênabin. Em weke aktîvîstên jinan li gel tekoşîna jinan tu astengan nas nakin. Em dizanin ku li cîhanek rengê jinan nebe ew cîhan xweşik nabe.”


(zt)