‘Emê di 8’ê Adarê de barsiva hilbijartinan bidin AKP’ê’
13:39
JINHA
STENBOL- Platforma Rawestndinan Cînayetên Jinan bi boneya çalakiya 8’ê Adarê ya ku roja 9’ê Adarê li Stenbolê bê li darxistin bang li hemû jinan kirin ku tevlî bibin û gotin: “Emê 9’ê Adarê bi hever bin û AKP’ê bê deng bikin. Emê cînayetên jinan bidin rawestandin.”
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê heftaya li pêşiya me jin dest bi çalaki yan bikin û dakevin qadan. Li tevahiya cîhanê di gelek welat, navand û navçeyan de jinan xwe bi rêxistin kirine û dê bi van rêxistinên xwe dakevin qadan. Li Stenbolê jî saziyên jinan yên ku xwe bi rêxistin kirine bang li jinan kirin ku dakevin qadan. Li ber Liseya Galatasarayê bi rêveberiya aktîvîstên Platforma Rawastandina Cînayetên Jinan girêdayî bernameya 8’ê Adarê daxwiyanî hat dayîna çapemaniyê. Platformê bang li hemû jinan kirin ku roja 9’ê Adarê dakevin qadan û gotin: “Emê 9’ê Adarê bi hever bin û AKP’ê bê deng bikin. Emê cînayetên jinan bidin rawestandin.”
Platformê diyar kirin ku li Tirkiyê deshilat ne ji bo civakê ji bo rantê dixebitin û wiha domandin: “Îsal li hemberî lawaziya AKP’ê hêzek mezin ya jinan ya rêxistin kirî heye. Dijminê jinan yê ku di tu pêvajoyên dîrokê de nahatiye dîtin AKP û di dîrokê de bersivek wiha nehatiye dayîn dê jin bidin AKP’ê. Beriya 30’ê Adarê 8’ê Adarê heye. Îsal di destê me de ‘elmasek’ qet berê nehatiye dîtin heye. Ew jî bi biryarbûna tekoşîna jinan ya di parqa Geziyê dene. Ji ber vê em bang li hemû jinan dikin di 8’ê Adarê de ji bo dawiya AKP’ê dakevin kolanan.”
Platformê gotin: “AKP dibêje 3 zarok, 5 zarok, ducanî bibe û dernekeve ji derve. Bi pakêta îstihdamê xwestin mehkumê bê kariyê bikin. Polîtîkaya di malan de hebiskirinê birêve birin. Li hemberî kuştina hevalên me yên jin bûn temaşevan. Lê emê jin di 8’ê Adarê de van tevan ji AKP’ê re bêjin.”
(zt)

