‘Yan emê li zimanê xwe xwedî derkevin yan jî emê tune bibin’
14:13
JINHA
AMED – Li Navçeya Çermoka Amedê bi boneya Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê panela bi navê “Ziman û dîrok” hat dayîn. Di panelê de Serokê Gişti yê KURDİ-DER’ê Sabahattin Gultekin axivî û got: “Ev doz doza tekoşîna ziman û dîrokêye. Ji ber hebûna me girêdayî hebûna zimanê meye.”
Li Navçeya Çermokê ya Amedê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê bi navê “ziman û dîrok” panelek hat dayîn. Panelê bi deqeyek rêzigirtina ji bo giyanê kesên ku bi navê demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane despê kir. Di panelê de Serokê Gişti yê KURDİ-DER’ê Sabahattin Gultekin, endamê MP ya BDP’ê Abdulah Kayai, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Şaredariya Çermokê Zuhal Odabaşi û bi sedan kes amade bûn. Panel li buroya hilbijartinan ya Çermokê de hat dayîn. Di panelê de Serokê Gişti yê KURDİ-DER’ê Sabahatîn Gultekîn bal kişand li ser giringiya zimanê kurdî û got: “Gelek welatê xwe jî wenda bikin tune nabin. Lê dema ku gelekê zimanê xwe wenda kir tune dibe. Heger îro hîna gelê kurd li ser xweye û li ber xwe didin bi saya zimanê kurdiye. Di hevpeymana Qesteşîrîn de kurd 4 parçe kirin lê nekarîn zimanê kurdan tune bikin.” Sabahatîn da zanîn ku gelê kurd bi tevgera azadiyê re carekedinê xwe nû kir. Sabahatîn destnîşan kir ku ji bo zimanê kurdî xwe bide jiyan kirin divê kurd di her navendên jiyanê de bi zimanê xwe xeber bidin.
(zt)

