Li hemberî komkirina posterê Ocalan bertekên tund

15:37

JINHA


AMED – Di 21’ê Sibatê de Serokdozgerê Komarê yê Amedê biryara komkirina posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan dabû. Girêdayî  wê biryarê li ber derê avahiya BDP’ê ya Amedê daxwiyanî dan çapemeniyê. Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut daxwiyani da û diyar kir ku komkirina posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan di kesayeta Ocalan de tê wateya tundiya li ser gelê kurd.


Di 21’ê Sibatê de Serdozgerê Komarê yê Amedê bi hinceta qedexekirina posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan di billboard an û buroyên hilbijartinê de biryara komkirinê debû. Girêdayî biryarê li ber avahiya BDP’ê ya Amedê daxwiyanî hat dayîna çapemeniyê. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî daxwiyaniyê dan. Di daxwiyaniyê de Parlementera BDP’ê Nursel Aydogan, rêvebarên BDP’ê û hejmarek mezin welatî tevlîbûn. Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut daxwiyani da û diyar kir ku komkirina posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan di kesayeta Ocalan de tê wateya tundiya û berdewam kirina êrîşên li ser gelê kurd.


‘Daxwaza bi milyonan azadiya Ocalane’


Zubeyde bal kişand li ser girêdan gel ya bi Abdulah Ocalan re û got: “Daxwaza bi milyonan mirovan azadiya Serokê gelê kurd Abdulah Ocalane. Hemû gelê me daxwaza azadiya Serokê xwe dikin û dixwazin li her derê posterên Serokê xwe bibînin.” Zubeyde pêvajoya çareseriyê ya ku di Cejna Newrozê ya sala 2013’an de ji aliyê Birêz Abdulah Ocalan ve hatî despêkirin bi bîr xist û got: “Di encama hevdîtinên Birêz Ocalan yên li gel dewletê hinek pêşiniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêş ketin. Bi taybetî jî Pêvajoya agirbest û çareseriyê ya ku di Newroza 2013’an de bi raya giştî re parve kirî mînaka herî ber bi çave.”


‘Divê hikumet ji dilbe’


Zubeyde bal kişand li ser kesên ku dixwazin pêvajoyê têk bibin û got: “Aktorên pergalê li aliyekê li İmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinan dikin û li aliyê dinê jî bi biryara serdozgeriya xwe afîşên ku gel bi destê xwe bilind kirin tînin xwarê.” Zubeyde da zanîn ku divê di vê pêvajoyê de her kes pir hesas tevbigerin. Zubeyde girêdana gelê kurd ya bi Serokê wan re bilêvkir û got: “Ji niha û pêde ji bo azadiya Serokê gelê kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî dê ev gel bi sekneke berxwedêr tekoşîna xwe bilind bikin.”


(zt)