Jinên Mêrdînê starta çalakiyên xwe ên 8’ê Adarê dan
16:33
JINHA
MÊRDÎN – Têkela DOKH’ê ya Mêrdînê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Karkerênên Cîhanê starta çalakiyên xwe yên li navend û navçeyên Mêrdînê bên kirin li Nisêbînê bi çapemeniyê re par kirin.
Têkela Tevgera Jinên Azad û Demoktat (DOKH) ya Mêrdînê li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê starta çalakiyên xwe yên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Karkerên Cîhanê bi daxwiyaniyekê dan. Daxwiyanî li ber avahiya rêxistina BDP’ê ya Nisêbînê hat dayîn. Bi navê jinan Rêvebera Navenda BDP’ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengorkaon daxwiyanî da. Hasîbe diyar kir ku ew dê bi şîara xwe ya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”her roj li navçeyek ya xwe 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz bikin.
Di Mêrdînê de li 10 cihan dê 8’ê Adarê bê pîroz kirin’
Hasîber çalakiyên 8’ê Adarê yên ku li Mêrdînê bên kirin wiha rêz kir:
1ê Adarê li Navçeya Stewrê di saet12.00 an de şahî
2’ê Adarê li Navçeya Midyadê di saet 13.00 an de şahî û di 6’ê Adarê de panel
4’ê Adarê li Navçeya Rişmilê di saet 14.00 an de şahî
4’ê Adarê li Navçeya Mehsertê di saet 14.00 an de şahî
5’ê Adarê li bajaroka Barmanê di saet 12.00 an de şahî û meş
5’ê Adarê li Navçeya Koserê di saet 12.00 an de şahî
6’ê Adarê saet 12.00 an de li parkizna yê ji bo Sakîne Cansiz meşa bi erbane
Di 2ê Adarê de xwendekarên zanîngeha Artuklu yê ya Mêrdînê di saet 14.00 an de panelek amade kirine.
Di 4 ê Adarê saet di 13.00 an de jî hemû jinên navend û navçeyê kom dibin ji bo hemû girtiyên nrxweş faksekê ji Wezîrê dadê re dişînin û ji girtiyên jin re jî kartan dişînin.
6 ‘ê Adarê li Navçeya Şemrexê di saet 12.00 şahî
7’ê Adarê li Navçeya Kerboranê di saet 13.00 an de meş û şahî
7’ê Adarê li Navçeya Dêrika Çiyayê Mazî di saet 12.00 an de meş
8’ê Adarê li Navçeya Nisêbînê di saet 11.00 an de li qada Newrozê mitînga fînalê tê kirin
Di dawiyê de jinan bi durişma “Jin jiyan azadî “ daxwiyanî bi dawî kirin.
(zt)

