Jinên Misricê di xwarinê de hatin bahev
17:19
JINHA
SÊRT – Ji aliyê Meclisa Jinên BDP’ê ya Misricê ve bi armanca azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û girtiyên nexweş kon vedan û di kon de xwarin hat dayîna jinan. Di kon de Namzeta Hevşaredara BDP’ê a Misricê Hatîce Seviptekin axivî. Hatîce diyar kir ku heta Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan azad nebe dê jinên kurd tekoşîna xwe bilind bikin.
Têkela Tevgera Jinên Azad û Demoktat (DOKH) û Meclisa Jinên BDP’ê ya Misricê di çarçoveya qempanye ya DOKH’ê ya bi şîara “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” ji ba azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û girtiyên nexweş konek vedabûn. Di kon de xwarin hat dayîna jinan. Xwarin di konê ku li taxa Cimhuriyetê hatî vedan hat dayîn. Di xwarinê de Meclisa Jinên BDP’ê ya Misricê, rêveberên jin yên navçeya BDP’ê ya Misricê, Namzeta Hevşaredara BDP’ê a Misricê Hatîce Seviptekin, endamên Meclisa Şaredariya Misricê û hêjmarek mezin jin amade bûn. Jinan dem dem durişmên weke “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” bilind dikirin.
‘Heta Serokê gelê kurd Abdulah Ocalan azad nebe dê jinên kurd tekoşîna xwe bidomînin’
Di xwarinê de Namzeta Hevşaredara BDP’ê a Misricê Hatîce Seviptekin axivî û got: “Emê di riya ku Sakîneyan ji bo me vekirî de heta dawiyê bimeşin. Me jinên kurd heta niha ne xwe ji tekoşîna jinan daye paş û ne jî ji tekoşîna azadiya gelê kurd me xwe daye paş. Bi vê buneyê di 30’ê Adarê de dê jinên kurd bi deng û rengên xwe bersivê bidin pergala deshilatdar.” Hatîce da zanîn ku heta Serokê gelê kurd Abdulah Ocalan azad nebe dê jinên kurd tekoşîna xwe di asta herî bilind de berdewam bikin û got: “Em di pêvajoya aştiyê denin lê duh êvarî cardin agir girt mala du malbatan. Cardin du leşker di şer de mirin. Hîna hikûmet û AKP di şer de îsrar dikin.”
Di dawiyê de çalakî bi girtina govendê bi dawî bû.
(zt)

