Pîra herî mezin ya 113 salî çavên xwe li jiyanê girt
18:10
JINHA
KOBANÊ - Li kantona Kobanê pîra herî salên wê mezin di temenê 113 saliyê de jiyana xwe ji deste da.
Pîra bi navê Hewa Şêxo di sala 1901’an de li gundê Halincê yê herêma Kobanê ji dayîk bûye. Hewa ya ku bi vegotina cîrokên gelerî, pendênpêşiyan û metelokên Kurdî tê naskirin. Hewa dayîka 9 zarokan û dapîra 225 neviyan e. Piştî ku havsrê Hewatê di sala 1955’an jiyana xwe jidest dide, di nava gelek zehmetiyan de zarokên xwe mezin dike.
Hewa hemdemiya gelek kesayetên navdar yên mîna Osman Sebrî û Celadet Bedirxan kiriye. Nivîskarê Kurd Celîlê Celîl jî dema ku pirtûka xwe ya "Pend û Metelokên Kurdî" amade dikir çûye serdana Hewayê.
(zt)
