Ciwanê li girtîgehê bedena xwe da ber agir çavên xwe li jiyanê girt

19:28

JINHA


EDİRNE  - Ciwanê 21 salî yê bi navê Halît Ozdaşli yê  li Girtîgeha Tipa F a Edîrneyê dima  bi boneya şermezar kirina 15'ê Sibatê salvegera qomploya li ser Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan  agir berdabû bedena xwe îro jiyana xwe jidest da.


Ciwanê 21 salî Halît Ozdaşli  ji gundê Îyîkomşu ya Malazgirda Mûşê ye. Halît ev 3 sal bû li Girtîgeha Tipa F a Edîrneyê  de girtî dima. Di roja 14'ê Sibatê de bi boneya 15'ê Sibatê salvegera Radestkirina Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê protesto bike bedena xwe da ber agir. Rêveberiya girtîgehê bûyer diveşart. Ji ber wê jî malbata Halît bûyer ji malbata girtiyek dinê ya ku çobûn hevdîtinê hîn bûn.


Ji ber ku rêveberiya girtîgehê agahî nedabû malbata Ozdaşli, Ozdaşli 4 roj piştî buyerê ji Edîrneyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Derînceyê û li wê dihat tedawîkirin. Birînên Halît  di sing, ling, mil û rûyê wî de pir xedar bûbû. Li gel hemû mudaxeleyan nehat rizgar kirin û jiyana xwe ji dest da.


(zt)