Nivîskarên Jin ên kurd wêje û çîrokên kurdî didin jiyan kirin
10:44
Sarya Gozuoglu – Nurcan Yılmaz / JINHA
AMED – Her ku diçe hejmara nivîskarên jinên kurd di herêma wêjeyê de zêde dibin. Nivîskarên jin xebatên xwe yên wêjeyî bi hevre parve dikin. Ayşegul Tozeren wêjeya girtiyan dinirxîne. Ayşegul diyar kir ku ev 2 salin li ser wêjeya girtîgehan disekine û got: “Ji ber ez bawerim ku dê wêje di girtîgehan de demarek nû bidest bixe. Bi taybetî jî di mijarên civakî û kolanan de.”
Wêje herî kêm bi qasî dîroka mirovahiyê kevnareye. Wêje bûye rêyek ya berxwedana jinan ya li hember qedexeyên civakî. Jin di roman, çîrok, helbest, deneme û gelek aliyên wêjeyê de bûne malê dîrokê. Ji demê wêjeya devkî heta niha jinan di gelek aliyên wêjeyê de rolên giring girtine lê pirî caran hebûna wêjeya jinan di dîrokê de ne xwiyaye. Di van demên dawî de jinan zêdetir di aliyê wêjeyê de xwe dane jiyan kirin. Di dîroka wêjeya kurdî dejî ev pêşketin hatin jiyankirin. Her ku diçe hejmara jinên nivîskarên kurd zêde dibin. Hinek ji wan nivîskaran jî dinava çar dîwaran de nivîskariyê dikin. Nivîskarên di girtîgehan de tenê ne cihên ku lê dijîn dikin mijara xwe ya wêjeyê. Her wiha mijarên xwezayî û civakî ewqas xweş didahurînin pirî caran ji nivîskarên derve xweştir bilêv dikin. Bi vî hunerê xwe yê hêja “wêjeya girtîgehan” ava kirine. Nivîskar Ayşegul Tozeren ev 2 salin li ser “Wêjeya girtîgehan” dixebite. Elida Zerri jî çîrokên xwe bi zaravayê kurdî dimilkî dinivîsîne. Di nava UNESCO yê de dimilî zaravayek tê wenda kirine ji ber wê jî Elida pêdivî bi xebatek wiha dîtiye. Enise Şirin jî xebatên xwe yên wêjeyî dinirxîne. Enise pirtûka xwe ya çîrokan a yekem bi navê “Xwezî Min Carek Ew Bidîta” weşandiye.
‘Dê jinên wêjevan yên di girtîgehan de di wêjeya nû ya kurdî de rolek giring bigirin’
Ayşegul Tozeren da zanîn ku ev 2 salin ew giranî li ser wêjeya girtîgehan disekine û got: “Ji ber ez di wê baweriyêdeme wêjevanên di girtîgehan de di aliyê wêjeyê de demarek nû qazanc kirine. Bi taybetî jî di aliyê mijarên civakî û kolanan de.” Ayşegul destnîşan kir ku taybetî jî di aliyê nifşê di salên 1990’an û piştî wan de hatine nivîsîn. Ayşegul bal kişand li ser wêjevanên jin yên di girtîgehan de û taybet jî yên ku di dema huceryên bi tenê de dimînin û wiha domand: “Tecrîtek derunî heye lê bi tenê mayîn jî zore. Ji ber dibin çavdêriyê denin. Nivîskarên girtî di rewşek wiha de dinivîsin.” Ayşegul derbirî ku nivîskarên ji derve xwediyê gelek derfetên ku nivîskarên girtî nikarin bi dest bixinin.
‘Di nava wan bêderfetiyan de romanên pir xwediyê naverokên dewlemand dinivîsin’
Ayşegul girêdayî nivîskarên di girtîgehan de nêrînên xwe wiha berdewam kir: “Nivîskarekê gotinek wiha bikar anîbû: ‘Ez lingê xwe dikêşim ber xwe û dinivîsim.’ Bifikirin ku bi vî awayî nivîsek bi qasî 300 pelan nivisiye.” Ayşegul diyar kir ku di şert û mercên girtîgihan de li ser nivîsan fikirîn û ramanê xwe komkirin zore û wiha got: “Di nava xebatek wiha de dinvîsin û hem jî ji bo nirxandinê dişînin ji derve. Ji derve carekedinê dişînin hindir.” Ayşegul da zanîn ku li gel van hemû bêderfetiyan jî romanên xwediyê naverokên dewlemand ji girtîgehan derdikevin û got: “Nimûne em dikarin romana Mahmud Yamalak ya bi navê ‘Mermer Kanatli Kuşlar’, romanên Rojbîn Perîşan û yên weke wan bijmêrin. Ez hêvîdarim ku hemû nivîskarên girtî derkevin û ji derve wêjevaniyê bikin.”
‘Ez çîrokên li ser azadî û tekoşîna me dinivîsînim’
Jineke dinê ya nivîskar Elida Zerri li gorî lêkolîna wê ya li ser UNESCO yê di nava 20 salan de rîska wendabûna zaravayê kurdî dimilkî heye. Elida detnîşan kir ku ji ber van sedeman wê biryar daye bi dimilkî çîrokan binivîse. Elida derbirî ku wê di dibistanê de ziman û wêjeya tirkî xwendiye û got: “Ji bo xwedîderketina li zimanê xwe ez çêrokan dinivîsînim. Di rojnameya Weroj û Kovara Vate de min qunciknivîsî kiriye. Niha jî di Azadiya Welat de dinivîsînim.” Elîda Bal kişand li ser çavkaniya çêrokên xwe û wha got: “Carnan ez gund gund digerim li pîrik û kalikên me yên ku çîrokên pir xweş dizanin guhdar dikim û paşê jî têm derbasî nivîsê dikim. Hebuna gelan girêdayî zimanê wane. Weke nivîskarek û evîndarê dimilkî ez geriyam û Min li kesên temenê wan mezin guhdarî kir. Ez çîrokên girêdayî azadî û tekoşîna me dinivîsînim. Min çîrokên xwe nekirine pirtûk lê di pêşerojê de ez difikirim ku bikim pirtûk.” Elida bang li ciwanên kurd kir ku li çand û wêjeya xwe xwedîderkevin.
‘Çîrokên kurdan ji ber ji nava jiyana kurdan derdikevin giringin’
Endama Desteya Rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd û di heman demê de yek ji nivîskara jin ya serkeftî Enise Şîrîn qala pirtûka xwe ya bi navê “Xwezî Carek Min Ew Bidîta”kir û got: “Min di pirtûka xwe de dayîkek 27 salan li benda dîtina zaroka xwe ya gerilla mayî û di dawiyê de barî bibîne dimire vegotiye. Dayîkê nadikarî xwe bîne ziman lê di bingeh de ew dayîk jî gerillayek bû. Min tenê xwest ku ez mafê wê bidimê. Ji ber wê min pirtûka xwe ya yekê bi navê wê derxist.” Enise da zanîn ku wê di pirtûka xwe de cih daye wêneyek ku wê dayîkê vedibêje û got: “Heta niha ji bo pirtûka min tu nirxandinek baş nehatibe jî mamostayek yê minê bi nirx ji min re got ‘tu her binivîse’. Min ji vê gotinê pir hêz girt. Nivîsên min dixîwîne û dinirxîne. Ez hêvîdarim ku herdemê bixwîne û binirxîne ez ji vê hêz digirim.” Enise destnîşan kir ku çîrokên kurdî ji ber ji nava jiyana kurdan derdikevin giringin û got: “Hevalek yê minê pir hêja dibêje ‘Çîrok kareya wêneyekê ye lê roman hinekî dinê durî vêye. Di nava vê de gelek kareyên jiyana me hene. Ya giring ew kare wenda nebin û weke çîrokan bên nivîsan din’.”

