Mudaxeleya leşkeran ya li ser welatiyên Roboskiyê berdewame

12:06

JINHA


ŞİRNEX – Bi boneya protesto kirina rêya ku li ser sunorê Roboskiyê tê çêkirin welatî ber bi sunor ve meşiyan. Welatiyên ku di nav de Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî heye di rê de rastî mudaxeleya leşkeran hatin. Leşkeran bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kirin. Di bûyerê de kesek ji lingê xwe birîndarbû.


Li Roboskiyê protestokirina welatiyan ya çêkirina riya dibin çavdêriyê de 3 rojin berdewam dike. Duh dema ku welatî ber bi sunor ve meşiyan leşkeran pêşiya wan girtin. Şevêdinê heta serê sibê di nav de Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî heyî welatiyan li ser sunor agir dadan û li wê man. Serê sibê ji bo ku leşker kom welatiyan ya li ser sunor belav bikin ketin nava hewildanan. Dema ku welatî belav nebûn vêcarê leşkeran bombeyên gazê bi kar anîn û di encamê de kesek ji lingê xwe birîndarbû.


Li cihê bûyerê hêj pefçun didome.


(zt)