Dê Meclisa Ciwanên BDP’ê Konferansa Ciwanên Rojhilatanavîn çêkin
14:08
JINHA
AMED – Di 24 û 25’ê sibatê de li Amedê 1’emîn Konferansa Meclisa Ciwanên BDP’ê ya Asayî pêkhat. Ciwanan di cncamnameya konferansa xwe de biryarên giring girtin. Meclisa Ciwanan biryar dan ku di meha gulanê de Konferansa Ciwanên Rojhilatanavîn çêkin. Meclisa Ciwanan ji bo qampanyeya îmzayan ya bi armanca azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî despêkirin gotin “Îmzaya me ji bo Nasnameya meye, Nasnameya me jî Serokatiya meye”
Meclisa Ciwanên BDP’ê encamnameya 1’emîn Konferansa xwe ya Asayi ya ku di 24 û 25’ê sibatê de pêk hatî de diyar kirin. Li ber derê avahiya BDP’ê ya Amedê encamnameya Meclisa Ciwanan bi raya giştî re hat parvekirin. Li ser navê nêzî 100 delegeyên tevlî Konferansa Meclisa Ciwanên BDP’ê bûn Îbirahîm Karaman encamname xwend. Îbirahîm diyar kir ku konferans li ser 3 rojevên giring hat amade kirin. Îbirahîm da zanîn ku di konferansê de li ser pêvajoya siyasi ya dawiyê û rolê rêxistinkirina meclisa ciwanan hat nîqaş kirin. Îbrahîm derbirî ku di dawiyê de proje û biryarên giring hatin girtin. Daxwiyanî bi zimanê kurdî û tirkî hat xwendin.
Rojeva Rojhilatanavîn û Tirkiyê hat nirxandin
Îbrahîm diyar kir ku di konferansê de mijiarên weke di Rojhilatanavîn de şoreşên tên jiyan kirin. Li Tirkiyê pêvajoya agirbestê û aşitiyek mayînde çawa dê bêçêkirin. Ji bo azadbûna Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî gavên ku pêwîste bên avêtin. Ev mijarane tev hatin nirxandin. Îbrahîm da zanîn ku di mijara hikumeta AKP’ê polîtîkaya xapandinê dimeşîne de ew tev hevparbûn. Îbrahîm destnîşan kir ku ji bo bidawî kirina van polîtîkayan divê li Tirkiye û herêmê çalakiyên cihêreng bên kirin. Îbrahîm derbirî ku ew hilbijartinên 30’ê Adarê weke referandomê dibînin û divê ji bo wê rolên giring bigirin.
Encamnameya Konferansa Meclisa Ciwanên BDP’ê wihaye:
*Em weke meclisa ciwana bi awayek zindî tevlî qampanye ya di 15’ê Sibatê de bi navê ‘ Azadiya Ocalan’ hatî despêkirin bibin. Emê bi durişma ‘Îmzaya me Nasnameya meye, Nasnameya me Serokatiya meye’ bi awayê herî zindî xebatan bidin meşandin di nava qampanya yê de.
*Emê di meha gulanê de li Amedê Konferansa Ciwanên Rojhilatanavîn li darbixin.
*Bi armanca piştevaniya ciwanên Rojava emê dibiniya meclisê de masayekê amade bikin. Emê ji bo bi ciwanên Rojava re bixebitin projeyan çêkin. Di heman demê de emê di biniya meclisê de heyetekê avabikin li gel Wezîrê Ciwanan yên kantonên Rojava bi fermî hevdîtinan bikin.
*Emê weke Meclisa Jinên Ciwan bi rengê xwe tevlî çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Karkerên Cîhanê bibin. Di serî de li Dêrsim, Amed, Wan û hemû herêmê meş û çalakiyên taybet li darbixin.
*Dê 21’ê Adarê Cejna Newrozê bibe ‘Newroza Hevdîtina me ya li gel Serokatiya me.’ Di qadên Newrozê de meşên ji bo ‘Serokê me Azadî’ bên li darxistin.
*Di 4’ê Nîsanê de weke her salên dinê emê di rojekê de naçin Amara û nezivirin. Emê piştî meşa Amara li wê bi awayê qamp çêkin û çend rojan li wê bimînin.
*Em hesasyeta Serokatiya xwe ya li hember xwezayê dizanin. Emê bi navê Serokatiya xwe daristanekê çêkin.”
(zt)

