Li Amedê DOKH’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê diyar kir

14:59

JINHA


AMED – DOKH’ê bernameya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Amedê bên kirin bi daxwiyaniyek nivîskî diyar kir. Di daxwiyaniyê de hat zanîn ku piranî mitîng û hinek çalakiyên cuda jî cih digirin. Di daxwiyaniyê de bi boneya 8’ê Adarê li navenda Amedê û navçeyên wê çalakiyên ku bên kirin hatin diyar kirin. 


Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ya Amedê bernameya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Amedê bên kirin bi daxwiyaniyek nivîskî diyar kirin. Di daxwiyaniyê de bal hat kişandina li ser starta çalakiyên 8’ê Adarê ya ku li Dêrsimê cihê yek ji Pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz ya ku li Parîsê hat qetilkirin bê dayîn. Di daxwiyaniyê de li navend û navçeyan gelek çalakiyên weke meş, mitîng, panel, semîner û gelek çalakiyên dinê cîh girtin. Di daxwiyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku wê rojê bi hev re li qadanbin.


Bernameya Tevgera Jinên Azad û Demokrat ya Amedê wihaye:


1ê Adarê: Ji jinên di girtîgehan de kart şandin. Şahiya Meclisa Jinên BDP ê ya Baglaran. Li Saziya Jinan ya Kardelenê danasîna qampanyeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”


2 ê Adarê: Hevdîtina Jinan û Amedê,  Li Saziya Jinan ya Kardelenê danasîna qampanyeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”


 3 ê Adarê: Şahiya jinên : DİKASUM ê, li KURDİ-DER ê pêşandana sînevizyonê. Saziya Jinan ya Kardelenê danasîna qampanyeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”dikin.


4 ê Adarê: Ji aliyê Beşa Jinan ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê ve tura biskiletan. Pêşandana sînemayê. Ji girtiyên nexweş re kart şandin. Ji Wezîrê dadê re feks şandin. Ji aliyê DİKASUM û SUR MAPER ê ve li cihên cuda amade kirina şahiyan. Li Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn pêşanadana şanoyê. Li Saziya Jinan ya Kardelenê danasîna qampanyeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”


5 ê Adarê: Şahî û danasîna qampanye ya“Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”


6 ê Adarê: Şahî, pêşandana wêneyan, şano


7 ê Adarê: Şahî, meşa bi meşale û danasîna qampanye ya“Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”


8 ê Adarê: Meş û mitîng


9 ê Adarê: Guhdarkirina muzîkan û turnuvaya voleybolê


Bernameya Tevgara Jinên Azad û Demokratîk ya 8 ê Adarê li navçeyên Amedê wihaye:


1 ê Adarê: Erxenî (Li gera li şikefta Hîlar ê)


3 ê Adarê li Darazê (şahî)


4 ê Adarê: Li Farqîn û Gêl ê (şahî)


5 ê Adarê: Li Çinarê (şahî)


6 ê Adarê: Li Lîcê (mitîng)


(zt)