Li Erxeniyê komkirina posterên Ocalan hat protestokirin
15:38
JINHA
AMED – Li navçeya Erxeni ya Amedê ji aliyê rêxistina BDP’ê ya navçeyê ve bi boneya protestokirina komkirina posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan daxwiyanî hat xwendin. Di daxwiyaniyê de hat diyar kirin ku komkirina posterên Ocalan polîtîkayek ya şidetêye li ser gelê kurd.
Bi boneya şermezarkirina biryar komkirina posterên Ocalan li Navçeya Erxeni ya Amedê daxwiyanî hat dayîna çapemeniyê. Daxwiyanî ji aliyê rêxistina BDP’ê ya Erxeniyê ve li ber derê avahiyê hat xwendin. Di daxwiyaniyê de Serokê Navçeya Erxani yê Cevidan Yaman, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên navçeyê Remezan Kartalmiş û Aygun Taşkin û bi sedan kes amande bûn. Daxwiyanî ji aliyê Hevserokê BDP’ê yê Navçeya Erxeniyê Cavidan Yaman ve hat xwendin.
‘Gelê kurd dixwazin li her derê poster Serokê xwe bibînin’
Cavidan da zanîn ku komkirina posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan tê wateya tundî û şidetê li ser tevayî gelê kurd û got: “Dewlet tehmula posterên Birêz Abdulah Ocalan nake. Gelê kurd dixwazin Serokê xwe azad bikin û li her derê posterên Serokê xwe bibînin. Gel li Serokê xwe xwedî derdikevin û bi destê xwe posterên Serokê xwe rakirine. Ji aliyê dozgeriyê ve jî biryara komkirinê têdayîn. Ji despêkê heta niha bibiryarbûn û girêdana vî gelî ya li ger Serokatiya wan baş derdikeve pêş û divê her kes vê bibîne û bipejirînin. Ji niha û pêde jî dê ev gel ji bo azadiya Serokê xwe û tevahî dîlên azadiyê li ser lingan bin û heta azadiya wan têbikoşin.”
Daxwiyanî bi durişmên weke “Bê Serok Jiyan Nabe” bidawîbû.
(zt)

