Li Dêrsimê amadekariyên mitînga 1’ê Adarê despê kirin
16:20
JINHA
DÊRSIM – Amadekariyên mitînga Dêrsimê ya ku di 1’ê Adarê de tê li darxistin û di wê mitîngê de dê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bê dayîn har despêkirin. Di çarçoveya xebatan de li taxan belavok hatin belav kirin û di afîşan de jî banga ji bo mitîngê cih girtin.
Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH)’ê amadekariyên mitînga 1’ê Adarê li Dêrsimê bê li darxistin û starta çalakiyên 8’ê Adarê têde bên dayîn dan despêkirin. Xebatên mitîngê bi şîara “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” hatin despêkirin û li taxên Dêrsimê belavok hatin belav kirin. Di nava Navenda Dêrsimê de afîşên girêdayî mitîngê hatin hilawistin.
Wesayîtên Şaredariya Dêrsimê dê li nava taxên Dêrsimê bigerin û heta 1’ê Adarê di nava taxan de ji bo mitîngê banga tevlîbûnê bikin. 1’ê Adarê roja şemiyê di saet 12.00’an de li kolana Sanatê di Meydana Seyîd Riza de bi despêkirina meşekê des bi mitîngê bê kirin. Di mitîngê de dê Hevseroka Gişti ya BDP’ê û Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak, Parlementera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, Parlementerên BDP’ê Selma İrmak, Ayla Akat Ata û Nursel Aydogan li gel Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên jin Zelal Gokçe, Şengul Pak dê tevlî mitîngê bibin û koma erbanê jî dê dikê bigirin.
(zt)

