‘Divê hemû jin dibin banekê de bicivin’
10:03
Derya CEYLAN / JINHA
AMED – Daxwazên çareserkirina pirsgirêkên jinan her dem herî zêde di roja 8’ê Adarê Roja Jinên Karkerên Cîhanê de tên ziman. Her sal weke di hemû cîhanê de li herêmê jî bi çalakiyên cihêreng roja 8’ê Adarê tê pîroz kirin. Cîgira Seroka DİKAD’ê Reyhan Aktar diyar kir ku roja 8’ê Adarê Roja Jinên Karkerên Cîhanê xwediyê giringiyekî mezine û di vê rojê de rêxistinbûna jinan jî giringe û got: “Ji bo çandek ya jinan ya rêxistinbûn û bi hev re di heman karan de kar kirinê ez rêxistina jinan giring dibînim. Ji bo ku jin bi serbikevin rêxistin kirina jinan giringe û tenê bi rêxistinê jin dikarin biserbikevin.”
Li bajarê New York yê Emerikayê di 8’ê Adara 1857’an de ji bo başkirina şert û mercên jiyana xwe 40 hezar karkeran dest bi çalakiyê kirin. Di encamê de polîsan mudaxeleyê çalakiyê kirin. Di mudaxleyê de polîsan derê fabrîqeyê kilîd kirin û di fabrîqeyê de agir derket. Di encamê de 129 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan. Piştî mirina wan jinan Clara Zetkin tekoşîna rêxistin kirina jinan bilind kiriye. Di Konferansa Jinên Sosyalîst yên Navnetewî de pêşiniyar kir ku bi boneya bîranîna jinên di 8’ê Adara 1857’an de di fabrîqeya tekstîsê de şewitîne bibe roja jinên cîhanê. Ev pêşiniyara wê bi zêdebûna dengan hat pejirandin. Roja 8’ê Adarê ya ku bi piraniya dengan weke Roja Jinên Karker yên Cîhanê hat pejirandin. Ji wê rojê heta niha di qadan de bûye roja rêxistin kirina jinan û bûye roja xwedîderketina li tekoşîna jinan. Cîgira seroka Komeleya Karmendên Jin ên Amedê (DİKAD) û di heman demê de Endama Desteya Rêveberiya Komeleya Karmend û Pîşesazên Başurêrojhelat (GUNSİAD) Reyhan Aktar girêdayî 8’ê Adarê nêrînên xwe anî ziman. Reyhan da zanîn ku xwedî derketina jinan ya li mîrasa 8’ê Adarê û li hemberî hişmendiya pergala deshilatiyê ya mêrane rêxistinkirina jinan giringe. Reyhan destnîşan kir ku jin di 8’ê Adarê de pirsgirêkên ku jiyane tînin ziman û dengê xwe bilind dikin, lê divê ev bi rojekê yan jî heftayekê sunor nemîne.
‘Divê tekoşîna jinan tenê bi 8’ê Adarê re sunor nemîne’
Reyhan derbirî ku 8’ê Adarê li seranserî cîhanê tê pîroz kirin. Reyhan diyar kir ku divê girêdayî çareserkirina pirsgirêkên jinan hewildanên ku têne kirin tenê di hefteya 8’ê Adarê de nemînin, berdewamî bin û wiha doman: “Ji ber di civaka em têde dijîn de baldarbûnek ya jinan nîne. Girêdayî jinan kurbûnek ya newekhaviyê heye. Ev kurbûn newkehaviya jinan ya di nava civakê de weke ku wekhavi heye tê dîtin. Ez hefteya 8’ê Adarê di aliyê çareseriya pirsgirêkên me jinan de giring dibînim. Lê divê ne tenê hefteya 8’ê Adarê her roj jin di nava tekoşînêdebin.”
Karmendên jin dê 6’ê Adarê bên bahev
Reyhan da zanîn ku dê weke DİKAD bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di 6’ê Adarê de bên bahev û wiha berdewam kir: “Emê ji bo hêj zêdetir jinan tevlî kar bikin pêşiniyar û projeyan derbixin. Emê van mijaran tenê ne nirxînin û derbas bikin. Armanca me bilindkirina proje û çalakiyên mene. Em van pêşiniyar û nirxandinên xwe ji bo projeya salê weke amadekariyên despêkê dibînin.”
‘Çalakiyên bê rêxistinî bê encam dimînin’
Reyhan bal kişand li ser çewisandina jinan ya ji aliyê polîtîka û deshilatiyên cuda ve û wiha got: “Divê êdî jin li hember pirsgirêkên ku dijîn bikevin nava tevgerê. Divê em bi jinan re bipeyîvin nirxandinan pêşbixin û riya çareseriyê danin. Em bi hev re bernameya çalakiyên nû derbixin. Em jin bi qasî tê xwestin ne rêxistinkirîne.”
Divê jinên têkoşer di bin yek banî de bicivin…
Reyhan diyar kir ku divê hemû xebatên jinan di bin yek banî de kom bibin û got: “ji bo çareser kirina pirsgirêkên jinan xebatên zêdetir bi koordîne bên kirin. Ji bo polîtîkaya jinên herêmê ji derveyî siyasetê li rêyên cudatir bên gerîn. “Ji bo çandek ya jinan ya rêxistinbûn û bi hev re di heman karan de kar kirinê ez rêxistina jinan giring dibînim. Ji bo ku jin bi serbikevin rêxistin kirina jinan giringe û tenê bi rêxistinê jin dikarin biserbikevin.”
(zt)

