Jinên Girkê Legê xwe ji 8'ê Adarê re amade dikin

10:48

 


JINHA


GIRKÊ LEGÊ– Bi armanca amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Rêxistina Yekîtiya Star a herêma Girkê Legê 3 civînên cuda li gundên herêmê  lidar xistin. Di civînan de bang li hemû jinan hate kirin ku tevlî çalakiyan bibin.


Civîn bi beşdariya dehan jinan li gundên "Dêrna Agî, Gir Ziyareta Çolî û Dugiran" ên girêdayî herêma Girkê Legê hatin lidarxistin. Di civînan de Endama Yekîtiya Star Viyan Qasim derbarê girîngiya roja 8'ê Adarê li ba jinan li seranserî cîhanê de axivî û wiha got: "Ji bo têkoşîn û azadiya jinan ku 40 hezar jinên bajarê New York a Emerîka bi xwepêşandanan dabûn destpêkirin, rojeke girîng e."


Viyan Qasim da zanîn ku di wê demê de 129 jin di fabrîqeyekê de hatin dorpêçkirin û bi zanebûn agir berdane fabrîqeyê, di encamê de 129 jinan jiyana xwe ji dest dan. Viyan derbarê vê buyerê de wiha anî ziman: "Ev kiryar ji bo ku jin têkoşîna xwe berdewam nekin pêk hat."


Viyan Qasim di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ji destpêka şoreşa Rojava ve jin bi rolekî girîng di rêvebirina şoreşê û parastinê de rabûn.Beşdaran bi durişmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan re civînên xwe bi dawî kirin.


(pk/zt)