Delîla: Navê jiyanek bi romete

10:48

Eylem Daş / JINHA


STENBOL – Nivîskarê pirtûka Delîla Rojanameger û Nivîskar Hasan Cemal navê pirtûkê jî “Rojnivîska Jinek Ciwan ya Çiyayî”ye. Hasan diyar kir ku di rastiyê de jiyana Delîla ji bo pirsgirêka kurd ronahiyeke û got: “Li taxa ku Delîla lê dijiya xizim û nasên wan di nava kolanan de dihatin qetilkirin yan jî di kiryarên faîlên wan nediyar de wenda dibûn. Delîla di zarokatiya xwe de van bûyeran dibîne. Serê sibê bi dengê çekan ji xewê şiyar dibin. Di dema despêkirina dibistanê de bi ew zimanê ku li gel dayîka xwe xeber didin li wan  tê qedexekirin, lêdanê dixwin. Ji wan re dibêjin hun tirkin ne kurdin. Ji zimanê xwe biyanî dibin û riya çiya li ber wan vedibe.”


Rojnameger û Nivîskar Hasan Cemal li ser pirtûka xwe ya dawiyê ya bi navê “Delîla: Rojnivîska Jinek Ciwan ya Gerilla” axivî.  Delîla di temenê 17 saliyê de tevlî PKK’ê bûye. Di temenê 24 saliyê de jiyana xwe ji dest daye. Bêyî ku tuştek bê tevlîkirin weke ku bibe filîm hatiye nivîsîn. Li derdora vê çêroka jiyanê pirsgirêka kurd jî vegotiye. Hasan da zanîn ku di dema paşde vegera HPG yiyan dişopand de dengê vê jina gerilla bihîstiye û jê bandor bûye. Hasan ev deng mereq kiriye û li pey geriyaye.


‘Kurdan heta dawiyê êş jiyan kirine’


 


Hasan got: “Jiyana Delîla ji bo me ya herî bi êş, pirsgirêka herî mezin ya kurdan nîşan da.” Hasan  diyar kir ku bi xêra Delîla hinekî dinê ev pirsgirêk nas kir û wiha berdewam kir: “Ji bo em hinekîdinê rê vekir ku em ji nêz ve pirsgirêkê bişopînin. Li aliyekê mirinek tirajîk heye, lê ew mirin li cihekê me digihîne rastiyan.” Hasan anî ziman ku yên çîroka jiyana Delîla bixwînin dê pirsên weke “Çima Delîla derket çiya. Doza wê çîbû. Çima li ziman û nasnameya xwe xwedîder dikeve?” bên hişê wan. Hasan destnîşan kir ku yên vê pirtûkê bixwînin dê bi taybetî Delîla û ciwanên herêmê çimaderketine çiya hîn bibin. Hasan derbirî ku ji kurdan zêdetir pêdiviya tirkan bi gihandina rastiyan heye. Hasan anî ziman ku ji xwe kurdan heta dawiyê êş kişandine û hîskirine û wiha domand: “Heger tirk jî vê prisgirêkê têbigihijin dê di demeke nê ze bê çareser kirin.  Di demeke nêz de dê kurd bigihin wekhavî û azadiya xwe.”


‘Kurd Kurdistan kesk, sor û zer û girtîgeh’


Hasan sedemê tirk pir ji pirsgirêka kurd ne hayedarin bi qedexekirin wê ve girêda û wiha pêde çu: “Pirsgirêka kurdan di heman demê de pirsgirêka tirkane jî. Dema ku pirsgirêka tirkan çareserbû dê çareser kirina pirsgirêka kurd hêsan bibe.” Hasan diyar kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkek ne nûye. Hasan salên 1925’an derxistina pilana Şarq û İslaha bibîrxist û da zanîn ku li gel wê pilanê li her derê axaftina kurdî hat qedexe kirin.  Hasan destnîşan kir ku di darbeya leşkeri ya 12ê Îlonê de jî bi heman şêweyî axaftina kurdî hat qedexe kirin û wiha domand: “Piştî van kirinan gotina kurd, Kurdistan, bi kurdî sitiran gotin, kesk, sor û zer evane tev girtîgehbûn. Girêdayî pirsgirêka kurd li dibistan û zanîngehan tiştek ne dihat hînbûyîn. Bi salan dibêjin kurd nîne tirk hene. Di encamê de tirk bi salan di nava tariyê de hiştin.”


‘Delîla ji bo çareser kirina pirsgirêka kurd beşdarbûn kir’


Hasan di pirtûka xwe ya bi navê “Kurtler” ku di sala 2003’an de derketî de mînakek ji Zindana Amedê ya Leşkerî di salên 1982’an de dide. Hasan di despêka pirtûka xwe de Felat Cemiloglu yê di îskenceyê de  pîsî bi wî dane xwarin vedibêje. Dema ku pirtûk derket di camiade bi navê tirkên sipî mirov li xwe digeriyan û pirsên weke “Bi rastî jî ev hatine jiyan kirin” dihatin pirsîn. Hasan diyar kir ku heger bûyerên ji ber sedema pirsgirêka kurd hatine jiyîn derkevin holê û di navendên serbest de bên nîqaşkirin dê her kes bêjin “Kurd jî xwedî mafin. Kurd jî xwedî mafên wekhev û azadiyêne.” Hasan got: “Li gorî min her tiştên nevîskî dê bigihin hinekan û bi mirovan re têgihiştinekê çêke. Ez Delîla tenê  weke jiyana jinek ciwan ya gerilla bawernakim. Di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî gihandinek çêkiriye.”


‘Delîla di zarokatiya xwe de xwîn û înkar dîtiye ev jî rê li ber çuyîna wê ya çiya vekiriye!’ 


Hasan çuyîna Delîla û ciwanên mîna wê ya çiyan wiha nirxand “Heger van ciwanan êşên giran jiyan nekiribana dernediketin çiyan. Di jiyana Delîla de jî ev êş hene. Ji zarokatiyê û heta di tevayî jiyana Delîla de xwîn û çek hebû. Li taxa Delîla wana xizim û nasên wan di kolanê de dihatin qetilkirin yan jî bi kirinên faîlên wan ne diyar dihatin wenda kirin. Serê sibê bi dengê çekan ji xwê şiyar dibûn. Di dema despêkirina dibistanê de ew zimanê dayîka wan pêre dipeyîvî hat qedexe kirin û lêdan dixwarin. Jêre dihatin gotin ‘hun tirkin ne kurdin’. Ji zimanê xwe biyanî dibûn û riya çiya li ber wan vedibû.”


‘Jinên li hemberî pergalê rabûne dê qedera hemû jinan bi guherin’


Hasan bal kişand li ser jiyana jinên di nava PKK’ê de û diyar kir ku ew xwediyê mafên wekhevin û ev jiyan û wekhaviya wan pir giringe û got: “Ez di her gavê de bûm şahidê vê yekê. Di herêmê de li her derê di nava siyasetê de jinên kurd cih girtine. Di çekdarê de jî jinên kurd hebûna xwe dane nîşandan ev di nava civaka kurdan de rê li ber wekheviyekê vekiriye û ez  vê weke pêşketinek giring dibînim. Jinên ku li hemberî pergalê rabûne jiyana jinên dinê diguherin.” Hasan da zanîn ku di vê dejî kedek pir mezin ya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan heye.


‘Abdulah Ocalan sitatoya jinên di Kurdistanê de bilind kir’


Hasan anî ziman ku “Birêz Abdulah Ocalan sitatoya jinên di erdnîgariya Kurdistanê de dijîn bilind kiriye.” Hasan destnîşan kir ku wekhaviya jin û mêran ya di nava siyaseta kurdan de ji bo aşitiya Tirkiyê xwediyê roleke giringe. Hasan derbirî ku di çiyan de nîqaş û sekna jinan ew kirine xwediyê tecrubeyên  mezin û  xwedîderketina li mafê jinan. Hasan diyar kir ku ew vê helwesta jinan ya li hemberî hişmendiya pergala serdestiya ku weke cinsê duyem nêzî jinan dibin giring dibîne. 


(zt)