Li Rojava aboriya jinê pêş dikeve

12:53

JINHA


DÊRIK - Piştî avakirina Navenda Pêşxistina Aborî ya Rojavayê Kurdistanê (NAR) jinan di demeke kin de rolên girîng girtin ser milên xwe. Jinan di nava 6 mehan de ji kargehên wekî çêkirina xaliçeyan (mehfur), şêrangeh, dirûtina cil û bergan, çêkirina rîs (trîko), firin vekirin. Her wiha 


 


projeya xwedîkirina çêlekan hate pêşxistin.


Li Rojavayê Kurdistanê jinên ku di pêvajoya şoreşê de di ware civakî, siyasî, leşkerî de rola pêşengiyê lîstin û sazîbûn pêk anîn, di mijara aborî de jî rola sereke dilîzin.


Piştî ku Navenda Pêşxistina Aborî ya Rojavayê Kuridistanê (NAR) di Tebaxa 2013’an de hate vekirin, jinan di nava komîteyên wekî çandinî, bazirganî, avasazî û sotemeniyê de cîh girtin û di demeke kin de gelek proje çêkirin. Her wiha Komîteya Aborîya Jinê ya girêdayî Yekîtiya Star jî gelek projeyên aborî yên mîna Kargeha Koçerîn a çêkirina xaliyan, serevanî û xwedîkirina çêlekan pêş xistin.


Ji aborîya yekdest ber bi aborîya civakî ve


Jinan  bi xebatên xwe yên aborî têgeha ku aborîyê bi zilam ve girê dide, şikand û nîşan dan ku aborîya bi zayendekê ve girêdayî ne aboriya azad e. Lewma jin tevlî nava hemû xebat û projeyên aborîyê bûn û ji aborîya yekdest ber bi aborîya civakî ve gavên girîng avêtin.


Berpirsa komîteya bazirganiyê ya girêdayî NAR`ê Cûdî Osê da zanîn ku ew hewil didin aboriya Rojava ya xweser ava bikin. Osê got ku hemû bazirgan û karmend dikarin berhemên xwe derbasî Rojava bikin û ji sûkên Rojava jî pêdiviyên xwe bikirin.


Komîteya Aborîya Jinê û projeyên girêdayî wê


Di vê beşê de tenê jin dixebitin, meclisa rêveber ji jinan pêk tê û girêdayî wê jî komîteyên rêveberiya projeyan, xizmet, pîşesaz û maliyê hatine avakirin.


Ev komîte piştgiriya projeyên taybet ên jinan dike û hêza jinan a afirîner û berhemdar derdixe pêş.


Ji projeyên ku hatine pêşxistin kargeha çêkirina xaliyan ya bi navê "Koçerîn" li bajarê Dêrikê û Kargeha Dirûtina Cilan ya bi navê "Warşîn" li taxa Cirnikê ya Qamişlo ku 20 jin têde dixebitin. Her wiha li bajarê Qamişlo kargeha şêranî yan bi navê Avrîn, li bajarê Amûdê kargeha Trîko, li bajarê Serêkaniyê Firina bi navê Waşokanî hatin vekirin.


Endama komîteya Aborîya jian Şêrîn Cengîz diyar kir ku hinek pirojeyên abûrî yên jinan li dêrikê têne ava kirin lê ji ber kêmbûna alavan hinekî dereng mane.


Çandinî, pîşeya jinan a dîrokî


Jinan her wiha di qada aboriya çandiniyê de jî roleke girîng lîstin. Di vê derbarê di nava projeya servaniyê ya ku li Girkê Legê hatiye pêşxistin de jinan roleke girîng daye ser milê xwe. Her wiha li herêma Dêrikê projeyên xwedîkirina çêlekan hatine lidar xistin. Di dema xebatên belavkirina tov û semadê de jî xwedî rol bûn. ji rêveberên komîteya çandiyên Bêrîvan Brahîm da zanîn ku di dema çinînê de jî dê jin karên ku dikeve ser milê wê bike.


Di beşên avahî û sotemeniyê de xwedî role


Di dema lidarxistina projeya avakirina avahiyan de dîsa rola jinan diyar bû.


NAR`ê li bajar û herêmên Cezîrê dest bi projeyên avakirina avahiyan kir. ji xebatkarên beşê avahiyan û sotemeniyê Roşîn Mehmûd diyar kir ku welatiyên ku dixwazin xaniyan bikirin dikarin navên xwe qeyd bikin û buhayên destpêkê bidin.


Derbarê xebatên komîteya sotemeniyê de jî Mehmûd da zanîn jin di nava hemû beşên vê komîteyê de dixebitin bi tabet di beşên dîwan, arşîv û nivîsgehê de.