Dêrsimî ji bo protestokirina perwerdeya bi pere meşiyan
13:50
JINHA
DÊRSİM – Serokê Şaxa Egitim –Sen a Dêrsimê Kemal Ongun diyar kir ku bi guherîna zagonan re pergala perwerdê hatiye ser û bin kirin. Kemal da zanîn ku dê li hemberî van helwestên AKP’ê yên ku pergala perwerdê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û îdeolajiya xwe birêve dibe bê deng nemînin.
Şaxa Egitim-Sen a Dêrsimê bi armanca protesto kirina zagona AKP’ê ya girêdayî perwerdê meşek li dar xisatin. Li kolana Sanatê welatî hatin bahev û ber bi avahiya AKP’ê ve dest bi meşê kirin. KESK, ESP, BDP, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Dêrsimê Nurhatay Altun û Mehmed Ali Bul û gelek karmendên perwerdê jî tevlî meşê bûn. Di meşê de alên KESK û Egitim- Sen ê hatin hildan. Di meşê de durişmên weke “Em li Dêrsimê dizan naxwazin”, “Emê ji bo zarokên xwe pêşerojek biromet bihêlin, lê hun?”, “Dê roj bê dewran vegere AKP’e hesab bide gel”, “Hikumet zagonên xwe bigire û li çareya serê xwe bigere”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Bi berxedanê emê bi ser bikevin”, “Emê teslîmî AKP’ê nebin” û “Dê kedkar hesab ji AKP’ê bipirsin.” Hatin bilnid kirin li ber re jî lîlandin bilind dibûn.
Bang li karmendên perwerdê hat kirin ku dengê xwe bilind bikin
Piştî meşê Serokê Şaxa Egitim- Sen a Dêrsimê Kemal Ongun axivî. Kemal destnîşan kir ku piştî operesyona rişwet û nelirêtiyê ya 17 kanunê hatî li darxistin de din ava deshilatiyê de panîkek hat jiyan kirin. Kemal derbirî ku dê li hember helwesta AKP’ê ya ku pergala perwerdê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û parelelî îdeolojiya xwe amade dike bê deng nemînîn û wiha got: “Ji ber van sedeman bi salane Wezîrê Perwerdê li gora xwe pergalek ya perwerdê ya şaş û alîgir bi rêve biriye û em jî bûne mexdurê vê pergalê. Ji niha û pêde em bang li hemû karmendên perwerdê dikin li hemberî pergala ku me tune dihesibînin bibin yek û dengê xwe bilind bikin.”
(zt)

