Ji bo ‘Azadiya Ocalan’ dê 1 milyon û 220 hezar îmzayan kombikin

14:54

JINHA


AMED – Li Amedê qampanya a ji bo ‘Azadiya Ocalan’ hatî despêkirin bi hemû hêza xwe berdewam dike. Girêdayî qampanye ya îmzayan Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut daxwiyanî da û diyar kir ku wan armanc kirine li Amed û navçeyên wê 1 milyon û 220 hezar îmza bên berhev kirin.  


Girêdayî qampanye ya îmzayan ya ji bo ‘Azadiya Ocalan’ Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut dexwiyaniyek nivîskî weşand. Zubeyde da zanîn ku bi qompiloyek navnetewî Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan anîn Tirkiyê û ji azadiyê bê par hiştina Ocalan ji aliyê gelê kurd ve nayê pejirandin û got: “Paradîgmaya ku Birêz Abdulah Ocalan ji bo Rojhelatanavîn û hemû cîhanê gihandî ji bo hemû mirovahiyê firsetek mezine. Bi saya hevdîtinên Birêz Ocalan yên bi dewletê re hinek di aliyê çareserkirina pirisgirêka kurd de pêşketin hatin jiyîn. Bi taybetî jî agirbesta ku di Newroza 2013’an de bi raya giştî re hatî parve kirin mînaka herî berbiçave.”


‘Heta ku dîlên azadiyê azad nebin di berxwedanê de dewam’


Zubeyde bal kişand li ser di pêvajoyê de ne samîmî bûna dewlet û hikûmetê û wiha domand: “Ji despêkê heta niha vî gelî girêdana xwe ya bi Serokaitya xwe re nîşandane û dê nîşan bidin. Ji naha û pêde jî heta di serî de Serokê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan û hemû dîlên azadiyê nagihina azadiya xwe emê weke gel bi sekneke ya berxwedanê tekoşîna xwe berdewam bikin. Ji despêkê heta niha gel bi Serokatiya xwerenin. Hemû gelê me azadiya Serokê xwe dixwazin.”


Li Amed û navçeyên wê standa ‘Azadiya Ocalan’


Zubeyde girêdayî qampanya îmzayan ya ji bo “Azadiya Ocalan” ya li Amedê hatî despêkirin ev agahî dan:


“27’ê sibatê: Li Navçeya Yenîşehîrê taxa Ofis ê li ber AZC Plaza yê di saet 11.00 standa îmzayan tê danîn. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Karkerên Cîhanê li Baxçeyê Hevselê daxwiyanî tê dayîn.


28’ê sibatê: Li gundê Abali yê girêdayî Navçeya Lîcê ya Amedê li hemberî yên ku dixwazin li wê qereqol çêkin çalakiyek girseyî dê bê kirin. Dê hemû welatiyên navçeyê beşdarî çalakiyê bibin. Dê hemû wesyîtên welayiyên navçeyê di saetên serê sibê de li ber avahiya BDP’a navçeyê bin.


01’ê Adarê: Ji bo qampanye ya ‘Azadiya Ocalan’ li Baglarê kolanan Sakarya yê di saet 11.00’an de, li Orman parqê jî di saet 14.00’an de li gel hemû têkelan bi girseyî dê stant bên vekirin. Li gel van dê di heman saetan de li Navçeyên Bîsmîl, Çinar, Ferqîn û Hazro jî stant bên vekirin.


 


02’ê Adarê: Li Meydana Deriyê Çiyê di saet 11.00’an de dê stant bê vekirin. Di heman rojê de dê li Navçeyên Erxenî, Gêl, Dîcle, Çermok û Şankuşê jî stant bên vekirin.


03’ê Adarê: Dê li Navçeyên Lîce, Hazar, Hênî û Pasurê di saet 11.00’an de ji bo ‘Azadiya Ocalan’ stant bên vekirin.”


Di dawiya daxwiyaniyê de armanc di hemû navçeyan de hejmara îmzayan bigihe çiqasê wiha hat dayîn:


“Baglar 400 hezar, Pirsus 300 hezar, Sur 100 hezar, Yenîşehîr 150 hezar, Bîsmîl 50 hezar, Farqîn û Hazro 60 hezar, Erxenî û Lîcê 100 hezar, Çinar 20 hezar, di Lîcê û navçeyên mayîn de jî dê 40 hezar îmza bên berhev kirin. Li Amedê armanc ewe ku 1 milyon û 220 hezar îmzaya bên berhev kirin.”


(zt)