Li Edeneyê ji bo ‘Azadiya Öcalan’ stand hat vekirin

15:50

JINHA


EDENE- Li Navenda BDP’ê ya Edeneyê biboneya qempanye ya îmzayan ya ji bo ‘Azadiya Ocalan’ stand hatin vekirin.


Li Navenda Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)’ê ya Edeneyê biboneya ‘Azadiya Ocalan’ li Edeneyê jî qempanye ya îmzayan hate despêkirin. Di çarçoveya qempanya yê de li ber avahiya BDP’ê ya Edeneyê standa îmzayan hat vekirin. Girêdayî mijarê daxwiyaniyek hat dayîna çapemdeniyê. Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Bajarê Mezin yê Edeneyê Leyla Uyar, Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Seyhanê Melîha Varişli, Serokê Şaxa TUHAD-DER’ê Mehmed Akar û rêveberên MEYA-DER, HDP û BDP’ê tevlî daxwiyaniyê bûn.


‘Emê ji bo azadiya Ocalan bixebitin’   


Serokên Navenda BDP’ê ya Edeneyê Ugur bayrak pêvajoya çareseriyê ya ku berî niha salekê ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî pêşxistin bibîrxit û got: “Ev nêzî salekêye li ser vê axê xwîn naherike. Dayîk nagirîn û rondikên çavan nayên barandin. Heger ku niha mirov di nava aştî û aramiyekê de dijîn ev bi saya Birêz Abdulah Ocalane. Lê hêjî Serokê kurdan nehatiye azadkirin. Emê bi hemû xebatên xwe heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bo azadiya Ocalan bixebitin.”


(zt)