Wanî li gel astengya polîsan jî ji bo girtiyên nexweş meşiyan

16:47

JINHA


WAN – Li Wanê li gel barîna berfa zêde û astengiyên polîsan jî bi armanca balê bikişînin li ser rewşa girtiyên nexweş meşek hat li darxistin. Di dawiya meşê de Serokê Şaxa İHD’ê ya Wanê Hamdî Bayhan bal kişand li ser binpêkirinên mafana yên li girtîgehan rudidin û got: “Heger ev helwestên dewletê yên nedemokratîk berdewam bikin, me weke saziyên sivîl emê bertekên xwe bînin ziman.”


Dibin pêşengiya Platforma Demokratîk ya Wanê de bi armanca balê bikişînin li ser rewşa girtiyên nexweş li ber Parqa Aştiyê ya Musa Anter bi hezaran welatî kom bûn û dest bi meşê kirin. Dibin barîna berfa zêde û astengiyên polîsan de girseya gel heta Parqa Feqiyê Teyran meşiyan. Girseya gel ya ku li ber Parqa Aştiyê ya Musa Anter kombûn di nav de Hevşaredarên BDP’ê yên Bajarê Mezin yê Wanê Bekir Kaya û Hatîce Çoban, namzetên hevşaredarên navçeyan, rêveberên BDP’ê, Meclisa HDK’ê ya Wanê, Egitim –Sen, İHD, Meclisa Dayîkên Aştiyê, endamên DİSK’ê jî hebûn. Di meşê de panqartek mezin ya ku navên girtiyên nexweş û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” hatibû nivîsîn hatibû heldan.


Di meşê de astengiya polîsan    


Li ser rêya Maraşê polîsan bi TOMA yan barîqat danîbûn û destur nedan meşê. Nêzî saetekê girseya gel dibin barîna berfê de durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Girtiyên nexweş rometa mene”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “ PKK gele gel jî li vire” hatin bilid kirin. Girseyê bertek nîşanî helwesta polîsan dan baraqatên polîsan rakirin û heta Parqa Feqiyê Teyran meşiyan. Li ser navê girseyê Serokê Şaxa İHD’ê ya Wanê Hamdî Bayhan axivî. Hamdî diyar kir ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan tên jiyan kirin. Hamdî da zanîn ku ji girtiyên siyasî întiqamê digirin û got: “Li girtîgehan binpêkirinên mafan yên pir cidî hene. Bi nêzîkatiyên nijadperest û dijminana taybetî jî li tîpên F gardiyan pir xirab nêzî girtiyan dibin.”


‘ Me cenazeyê 19 girtiyên siyasî ji moran girtine’


Hemdî destnîşan kir ku AKP’e ji rewşa girtiyan ya tendiristiyê û ewlehiyê berpirsiyare û wiha got: “Di van 3 salên dawiyê de ji ber nexweşiyê me cenazeyên 19 girtiyên siyasî ji morgayan girtine. Ev ten cînayetin û dewlet ji van kirinan berpirsin.” Hamdî diyar kir ku girtiyên nexweşiyên wan giran û li ber mirinêne bi sedemên siyasî nayên berdan û got:“Heger ev helwestên dewletê yên nedemokratîk berdewam bikin, me weke saziyên sivîl emê bertekên xwe bînin ziman.”


Di dawiya axaftinan de meşi bi bilindkirina durşman bidawîbû.


(zt)