Jinên Misricê konê berwedanê vekirin

17:29

JINHA


SÊRT – Ji aliyê DOKH û Mejlisa Jinên BDP’ê a Misricê ji bo zarokên ku di şerê demdirêş yê di herêmê de tê meşandin jiyana xwe ji dest dane konê ‘berxwedanê’ hat vekirin. Di vekirina kon de Namzeta hevşaredara BDP’ê ya Misricê Hatîce Seviptekin axivî û diyar kir ku dê gelê kurd li zarokên xwe xwedî derkevin. 


Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) û Meclisa Jinên BDP’ê ya Misricê di çarçoveya qampanyeya DOKH’ê ya bi şîara “Bi Jinan Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” konê ‘Berxwedanê’ hat vekirin û atfî zarokên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane hat kirin. Konê “Berxwedanê” li Parqa Jinan ya bi navê Berfîn ya li taxa Bahçelievler ê hat vekirin. Di vekirina kon de rêvebarên BDP’ê yên Navçeya Misricê, Meclisa Jinên BDP’ê ya Misricê, Namzeta hevşaredara BDP’ê ya Misricê Hatîce Seviptekin, endamên meclisa şaredariyê û hejmarekî zêde jin amadebûn. Di kon de pankartên weke “Bi Jinan Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”, “Bila zarok nemirin” û wêneyên Ceylan Onkol û Ugur Kaymaz hatin hildan. Di kon de duruşmên weke “Bijî Serok Apo”, “ Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” hatin bilind kirin.


 Di vekirina kon de Namzeta hevşaredara BDP’ê ya Misricê Hatîce Seviptekin axivî. Hatîce da zanîn ku 30’ê Adarê roja azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û gelê kurda. Hatîce destnîşan kir ku polîtîkayên dewletê astengin li pêşiya azadiya gelê kurd û got: “Hêj li vî welatî zarokên mîna Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz û Fatma Erkan tên qetilkirin. Zarokan dixin lîsta ‘terorê’. Em gelê kurd emê li zarokên xwe xwedî derkevin.”


Di dawiya axaftinan de li ber dengê mizûkê dîlan hat girtin. 


(zt)