Mêrên Şirnexê: Em bi saya jinan hatine vê rojê

08:34

Mizgin TABU/JINHA


ŞİRNEX – Mêrên Şirnexê li ser 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêrînên xwe anîn ziman. Mêran tekoşîna jinan giring dîtin. Mêran diyar kirin ku bi saya jinan heta roja îro hatine. Mêran dan zanîn ku jin herdem rastî polîtîkayên şidetê tên. Mêran destnîşan kirin ku azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye.


Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re amadekariyên çalakiyan bi hemû hêza xwe berdewam dikin. Girêdayî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gel roportajên me ji jinan girtine me ji ‘mêran jî pirsên weke hun li ser 8’ê Adarê çî difikirin? ‘ mereqkirin û pirsîn. Mêrên Şirnexê di fikira azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayiye debûn. Mêran derbirîn ku li cîhanek mêr deshilat de mirov nikare qala wekheviya jin û mêran bike. Mêran diyar kirin ku pirsgirêka jinan tenê pirsgirêkek girêdayî jinan nîne her wiha tevahiya civakê bandor dike û pirsgirêka tevayî civakêye.


‘Hertim jin hatin çewisandin ji niha û pêde bila neyên çewisandin’


Abdurahman İdil yê ku li Navçeya Hezex ya Şirnexê dijî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê weke roja azadiya jinan û azadiya gelê kurd nirxand.  Abdurahman da zanîn ku azadiya gelê kurd bi azadiya jinan ve girêdayiye û got: “Emê piştevaniya jinan bikin. Em ji bo piştevaniya jinan amaden ku rolê bikeve li ser milê me emê bînin cih. Azadiya gelê kurd girêdayî azadiya jinane. Heta niha hertim jin hatin çewisandin, bila ji niha û pêde neyên çewisandin. Azadî di destê jinan dene. Azadiya jinan azadiya Serokatî û azadiya gele. Bila 8’ê Adarê hemû jin dakevin qadan. Çî ji destê me bê ji bo alîkariyê em amadene. Bila wê rojê hemû mêr karê malê bikin alîkariya jinan bikin.”


‘Heta jin azad nebin civak azadnabe’


Edîp Oruç yê li navenda Şirnexê dijî jî destnîşan kir ku tundiya li ser jinan ji dema emewiyan ango di salên 632-661’an despê kiriye û ew polîtîkaya zordarî û xapandinê heta roja me berdewam dike û wiha got: “Polîtîkaya îro AKP’e li ser jinan dimeşîne ya dema emewiyane. Em bi saya felsefe û îdolojiya Birêz Abdulah Ocalan di ferqa polîtîkaya AKP’ê denin. Tenê ne jinên kurd heta tevayî jinên cîhanê azad nebin civaki azadnabe. Niha di Kurdistanê de ya herî giring azadiya jinane. Weke hun jî dizanin di pêşiya me de 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê haye.  Ez hêvîdarim ku bibe roja azadiya Serok Abdulah Ocalan, civakê, jinan û Rojava.”


‘Em bi saya jinan hatine vê rojê’


Îsmail Geçici yê 32 salî jî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê giring dît û got: “Em nikarin keda jinên cîhanê ji nedîtî ve bibînin. Em bi saya jinan hatine vê astê. Em paradîgmaya dema jin azadbû dê civak azad bibe bingeh digirin. Tenê ne roja jinan alîkarî bê dayîna jinan. Ev civak bi jin û mêran heye û divê wiha lêbê nêrîn. Ji bo me herdem jin giringin û parçeyek ji jiyana mene. Niha civaka ku em têde dijîn em nikarin qala wekheviya jin û mêran bikin. Divê 8’ê Adarê ji aliyê jinan ve bi awayekî bihê bê pêşewazîkirin.  Divê di wê rojê de jin li hemberî hemû polîtîkayên rundî û şidetê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.”


‘Di cîhanek ku mêr deshilat de qala wekhaviyê nayê kirin’


Murat Kabulê 30 salî jî diyar kir ku her dem jin di civakê de tên perçiqandin û mêtînger kirin. Murat da zanîn ku ev demdirêje jin li hemberî mêtîngerî û şidetê têdikoşin. Murat destnîşan kir ku di cîhanek mêr deshilat de mirov nikare qala wekhaviya jin û mêran bikin. Murad derbirî ku polîtîkaya zordariya li ser jinan bi hezarî salane berdewame û bûye yek ji pirsgirêkên sereke. Murad diyar kir ku di welatek wekheviya jin û mêran neyî de mirov nikare qala demokrasiyê bike. Murad da zanîn ku her roj li Tirkiyê kêm zêde 5 jin tên qetlikirin. Murad bibîrxist ku ve pirsgirêkên tên jiyîn tenê pirsgirêkên jinan nîne di heman demê de pirsgirêkên tevayî civakêne û wiha got: “Ez hevalên hêja Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîrtînim. Ez roja jinan li tevayî jinan pîroz dikim. Di roja 8’ê Adarê de divê ne tenê jinên kurd li qadanbin. Divê jinên Çerkez, ereb, laz, tirk û hemû jin li qadanbin.”


(zt)