Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk bi Jina Azad ber bi 8’ê Adarê

08:40

Perihan Kaya / JINHA


AMED – Weke her salê dê îsal jî DOKH li qadanbin. Li Trikiye û herêmê bi mitîn panel û çalakiyên xwe yên rengaren tu cih nehiştine neketinê. Saziyên jinan yên Amedê jî bi şîara giştî ya 8’ê Adarê ya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratî ve” dest bi xebatên xwe yên 8’ê Adarê kirin û Jinan gotin: “îsal 8’ê Adarê ji bo me lêgera dadmendiyê ye. Em li ser vî bingehî bang li hemû jinan dikin bila tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bibin û dakevin qadan.”


Li bajarê New York ê yê ABD’ê di 8’ê Adara 1857’an de di fabrîqeya dokumanê de li ber çavan 129 jin hatin şewitandin. Herçiqasî li ser bûyerê re 157 sal derbasbûye jî alaya tekoşîna jinên di fabrîqeya dokumanê de şewitîne hatiye hildan û heta roja îro hatiye. Li çar aliyê cîhanê bi çalakiyên cihêreng jin di roja 8’ê adarê de daxwazên xwe tînin ziman. Jin di vê rojê de bi deng, reng û hebûna xwe carekedinê dibêjin vaye em hene û diqêrin. Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) jî her sal 8’ê Adarê li her derên ku xwe bi rêxistin kiriye çalakiyên cihêreng derdixin û tekoşîna xwe bilind dikin. Di qadan de ji bo pêşengên tekoşîna jinan dibêjin “Ji Rosayan heta Sakîneyan Rêya we rêyam meye.” Koordunatora Navenda Şêwirmendiya Ekîn Ceren ya Jinan Meral Tekîn, Rêvebera Komeleya Çandê ya Pir Sultan Ebdal Nurşen Akbal û welatiya bi navê Nesime Yaşar diyar kirin ku divê jin tenê ne di roja 8’ê Adarê de her roj li hemberî tundî û şidetê têbikoşin.


‘Ev sal 8’ê Adarê dê bibe sala rawesatandina cînayetên jinan’   


Koordunatora Navenda Şêwirmendiya Ekîn Ceren ya Jinan Meral Tekîn girêdayî çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê axivî û got: “Li Tirkiyê cînayetên jinan her roja ku diçe zêde dibe. Îsal dê bibe sala rawestandina cînayetên jinan. Di girtîgehan de bi sedan jina hene. Ev pergal ji jinan ditirse. Li aliyekê tekoşîna jinan li aliyê dinê jî şideta pergalê ya li ser jinan heye.” Meral da zanîn ku di medya û dadgehan de mêran diparêzin û got: “Cînayetên jinan dikin lê cezayê wan kêm dikin. Wêdemê kuştinên jinan bê sedem çêdibin. Di pêvajioyên dozan de gatinên weke ‘jin hatine xapandin, zina kirine’ dibêjin, bi vî awayî mêr nayên darezandin. Em li hemberî vê hişmendiyê têdikoşin.”


‘Dê roja 8’ê Adarê ji bo me bibe roja lêgera dadgeriyê’


Meral got: “Dê 8’ê Adara îsal ji bo me bibe lêgera dadgeriyê.” Meral destnîşan kir ku qampanyeya Tevgera Jinên Azad û Demokrat dayî despêkirin û bûyî şîara 8’ê Adara 2014’an “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demkratîk ve” di vê çarçoveyê de armanc guherîna hişmendiya mêrane. Meral derbirî ku ew weke tevgera jinên kurd di herêmê de bûne hêza mezin û deskeftiyên weke pergala hevserokatiyê jî bidest xistine. Meral anî ziman ku wan di hemû navendên jiyanê de jiyana wekhev armanc kirine û got: “Armanca me ewe ku jin di hemû mekanîzmayên biryargirtinê de hebin.” Meral bal kişand li ser bernameya çalakiyên 8’ê Adarê û wiha domand: “Ji niha heta 8’ê Adarê dê çalakiyên me yên weke şahî û perwerde berdewam bikin. Dê hemû çalakiyên me yên 8’ê Adarê di herêmên vekirî de bên kirin. Dê şîara giştî ya 8’ê Adara îsal ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ be. Em dibêjin ‘Netewa kurd heye lê ji bo derxistina zanabûnê ya vê netewê divê despêkê jin azad bibin.’ Em li ser vî bingehî bang li hemû jinan dikin bila 8’ê Adarê dakevin qadan û tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.”


‘Emê cem eviyên taybet ji bo jinan ava bikin’


 Rêvebera Komeleya Çandê ya Pir Sultan Ebdal Nurşen Akba diyar kir ku divê giringî û wateya 8’ê Adarê di hemû rojan de xwe bidin nîşandan. Nurşen da zanîn ku dê roja 8’ê Adarê di cem eviyê de fikra xwe ya ji bo çêkirina cem eviyên taybet ji bo jinan bide nîşandan û got: “Di hemû xebatên xwe de emê jinan di asta pêş de bigirin. Jinên kurd û elewi yên ku pir hatine perçiqandin destbidin hev. Di wê rojê de ez bawerim ku emê ji tevayî jinên cîhanê re bibin mînak.” Welatiya bi navê Necime Yaşar jî 8’ê Adarê nirxand û setnîşan kir ku di tevaya cîhanê de yên herdem  aştiyê dexwazin jinin û wiha got: “Di wê rojê de ji bo jin xwe bikarin bînin ziman û azadiya xwe bixwazin divê dakevin qadan. Bi hezaran jin tên qetlikirin. Wê rojê em hemû jin li hemberî van kirinan derkevin û li nasnameya xwe xwedî derkevin.” Nesîme derbirî ku jin di tevaya cîhanê de ji aliyê pergala mêrane û deshilat ve tên perçiqandin, hemû awayê zoriyan dibînin û wiha domand: “ Di cîhanê de tenê yê ku li jinan xwedî derdikeve û mafê jinan diparêze tenê mirovek heye ew jî Serokatiye. Ez di wê baweriyê deme ku Serokatî azad bibe dê jin jî azad bibin.”


(zt)