Jinên NÇM: Emê tekoşîna jinan biguhêzin li ser dikê
11:29
Perîhan Kaya / JINHA
AMED- Hunermendên Jinên NÇM’ê diyar kirin ku dê bi şîara ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ hunerên jinan biguhêzin li ser dikê û gotin: “Di dîrokê de het niha jin hatibûn bê hêz û kole kirin. Bi tevgera jinên kurd re rengek nû girtin. Bi tekoşîna ku dane vebûnek dane çêkirin. Em weke jinên hunermend ên kurd emê li gel ked û tekoşîna jinan bibin yek û biherikin qadan û bi vî awayî 8’ê Adarê pêşewazî bikin.”
Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) îsal jî dê bi awayek giştî dakevin qadan. Hemû jin dê bi reng û dengên xwe li hember qirkirinên jinan û pergala deshilatiyê dengê xwe bilinid bikin. Jinên Hunermend yên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ê jî girêdayî 8’ê Adarê nêrînên xwe anîn ziman. Hunermend û Şanoger Sadet Aksoy jî di derbarê 8’ê Adarê de wiha got: “Em weke jinên hunermend emê jî bi deng û rengê xwe dakevin qadan. Di roja 8’ê Adarê de dê jin ked û tekoşîna xwe bi yek dengî bilind bikin. Jin kole, bê hêz û din ava çar dîwaran de hatine mahkum kirin. Bi tekoşîna gelê kurd re rengê jinan hat guhertin. Jinan din ava tekoşînê de vebûnek dan çekirin. Heta jin azad nebe civak azad nabe. Ev civak dê bi pêşengiya jinan bê guhertin.”
Divê êdî jin bibin xwedî vîn û pêşengiyê bikin’
Sadet wiha domand: “8’ê Adarê pir giringe, ji ber we jî di pêşiya me de pêvajoyek pir giring heye. Di vê di 8’ê Adarê de tevahî jin ji malên xwe derkevin û dakevin qadan. Bi keda xwe tevlî 8’ê Adarê û hilklbijartinan bibin. Îsal dê hunermendên jin hemû tevlî xebatên 8’ê Adarê bibin û pêşengiyê ji çalakiyan re bikin. Banga me ji bo hemû jinan ewe ku êdî jin bibin xwedî vîn û pêşengiyê bikin. Ji boyî vê jî divê jin dakevin qadan. Divê jin mafên xwe bi keda destê xwe bi dest bixin. Qampanye ya ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ ji bo me xwediyê giringiyek mezine. Em bang li hemû jinan dikin ku li qampaney yê xwedî derkevin. Em hêvîdarin ku dê ev qempaney bi fînalek serkeftî bigihe armanca xwe. Azadbûna Serokê gelê kurd Abdulah Ocalan bi tevlîbûna jinan dê çêbibe. Di vê wateyê de em hêvîdarin ku dê tevayî jin dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.
‘Divê ne tenê roja 8’ê Adarê hemû roj bibin rojên tekoşîna jinan’
Jina Hunermend a Kurd Şîlan jî got: “Weke jinek û dayîkek roja 8’ê Adarê ji bo jinan roja tekoşînêye. Jinên kurd herdemê û di her aliyên jiyanê de tekoşîn kirine. Bi tekoşîna dayîn bûne xwediyê hişmendiya netewa demokratîk û tayîbetî jî îsal serî rakirine. Di vê ji niha û pêde jî bi deng, reng û hunera xwe tekoşîn bikin. Divê ne tenê 8’ê Adarê her roj bibin rojên tekoşîn kirina jinan. Em 8’ê Adarê jinan bi tenê nahêlin. Divê li her derê jin serê xwe rakin.”
‘Li Kurdistane jin rengek cudane’
Hunermenda Jin a Kurd Rojda jî got: “8’ê Adarê ji bo jinan azadî, nasaname û hebûne. Em jinên kurd jî weke her carê emê bi serhildanan pîroz bikin. Ji ber ji bo jinên kurd hebûn û nebûnê îfade dike. Ji ber vê jî wateyek ya wê ya pir giring heye. Em hunermend jî weke her salê emê îsal jî li ser dikan bin. Îsal sala serhildanêye. Ji bo kurdan ev sal sala hebûn û nebûnê ye ji ber wê jî pir giringe. Piştî hilbijartinan çidibe nediyare. Ji ber li hemberî kurdan polîtîkayek pir qirêj tê meşandin. Ji ber vê jî hem hunermend û hem jî tevayî gelê kurd pêwîste li nasnameya xwe xwedî derkevin. Ev saleke em dinava gel denin. Em dibînin ku çiqas coş û kelecanek mezin heye. Xwedîderketinekî mezin heye. Ev jî kelecanek mezin bi mere jî çêdike. Ji ber em di dikê denin em dikarin di çavên gel de çî dixwiyê bibînin. Em bi taybetî jî di çavên jinan de vê kelecanê baş dikarin bibînin. Jin di Kurdistanê de rengek cudane. Dema ku jin tevlî meşekê nebin, ew meş bê reng dimîne yan jî reş û sipî dimîne. Ev jî dide diyar kirin ku jinan di hemû navendên jiyanê de xwe dane diyar kirin. Jin divê di hilbijartinan de jî xwe bihêz bikin. Em hunermend jî emê di 8’ê Adarê û Newrozê bi sitiran û hemû hêza xwe bi gelê xwe re bin.”
‘Emê ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ pêşewazî bikin’
Hunermend û Şanoger Rugeş Kirici jî got: “Weke her salê îsal jî Adar ji bo me pir giringe. Teybetiya Adarê ya herî giring jî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanêye. Ji yekê Adarê heta 8’ê Adarê pîrozbahî hene. Hemû pîrozbahî dê bi şîara ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ bên pîroz kirin. Roja 8’ê Adarê li tevahî jinên kedkar pîrozbe.”
Wêne: Nurcan Yalçin
(zt)

