Meşa jinan ya ‘destnedin xweza û jiyanan min’ hat li darxistin
17:34
JINHA
AMED – Têkela DOKH’ê ya Amedê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de bi gotina ‘Destnedin Xweza û Jiyanan Min’ meşiyan Baxçeyê Hevselê. Jinan li cihên ku daristan hatine birin dar çandin û gotin: “Weke jinên ku bi hezarî salane bûne mexdurê tecawîza mêran. Niha jî mêr xweza, ax û daristanên me wêran dikin. Em weke DOKH tenê bi gotina ji hişmendiya mêtînger û talankar ya mêran re nabêjin rawestin û tenê bi wê sinir namînin. Em desturê nadin ziman, nasname, çand, xwezaya, ked û nasnaemya me ya jinan ji aliyê hişimendiya mêran ya serdest ve bê tecawîz kirin.”
Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ya Amedê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de bi gotina ‘Destnedin Xweza û Jiyanan Min’li Baxçeyê Hevselê hatin bahev. Di nav de Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Têkela DOKH’ê û bi hêjmarek mezin jin cih girtin. Jin ji Yenî Kopruyê ber bi Baxçê Hevselê ve dest bi meşê kirin. Jinan di meşê de panqartên weke “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” rakirin. Di meşê de duruşmên weke “Cemaeta diz ji daristanan dur kevin”, “Dîcle azade û dê azad bimîne”, “Evder Amede ji vê derê derbasbûn nîne” û “Jin jiyan azadî” hatin qêrîn.
Li cihên ku daristan hatiye birîn darên nû hatin çandin
Piştî meşê li cihên ku dar hatine birîn darên nû hatin çandin. Paşê jî bi navê DOKH’ê Yeliz Ayyildiz axivî û got: “Qirkirina çandê ya ku li ser gelê kurd û erdnîgariya Kurdistanê tê meşandin di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin. Me gelê kurd û taybet jî jinên kurd ew çand û erdnîgariya ku me weke çavên xwe lê nêriye û em lê dinêrin. Dewleta netew û hişmendiya deshilatiya mêrane li ser vê axê çand û erdnîgariya me ya bedew û ya ku me weke canê xwe parastiye bi awayek hovane wêran dikin. Bi destura Wezîrê Derdor û Daristanan yê girêdayî AKP’ê û Midurê Bajar û Derdor bi hevkariya rektorê Zanîngehê projeya li derdora peravên Dîcleyê û Baxçeyê Hevselê pêk anîne. Li van cihan bi hezaran daristan biriyîne. Baxçeyê Hevselê jî bi polîtîkayek weke ya Parqa Geziyê bi rêve dibin.”
‘Emê jiyan xwe ya alternaltîf heta dawiyê berdewam bikin’
Yelîz got: “Emê weke DOKH li vê derê qirkirina xwezaya xwe jî weke parçeyek ji bernameya xwe ya 8’ê Adarê roja piştevanî û tekoşîna jinên cîhanê didin diyarkirin. Em dizanin ku hişmendiya mêran ya serdest çawa jin xistine hindirê mala bê nasname kirine û weke mal kar anîne her hiwa bi wî rengî nêzî xwezaya me jî dibin. Bi salane li ser axa Kurdistanê çanda tecawîzê dimeşînin. Ev tecawîz bi birîna hezaran daran berdewam dike. Weke jinên ku bi hezarî salane bûne mexdurê tecawîza mêran. Niha jî mêr xweza, ax û daristanên me wêran dikin. Em weke DOKH tenê bi gotina ji hişmendiya mêtînger û talankar ya mêran re nabêjin rawestin û tenê bi wê sinir namînin. Em desturê nadin ziman, nasname, çand, xwezaya, ked û nasnameya me ya jinan ji aliyê hişimendiya mêran ya serdest ve bê tecawîz kirin. Emê bi qampanye ya xwe ya bi navê ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ ya ku me atfî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kiriye çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê berdewam bikin. Em bi germahiya giyana 8’ê Adarê ya tevayî şehîdên jin yên şoreşên cîhanê bi bîr tînin û bi giyana wan bernameya xwe berdewamdikin. ”
Bernameya DOKH’ê ya 8’ê Adarê bi vî awayi ye:
1’ê ADARÊ
Bi nûnerî tevlî bûne mitînga Dêrsimê
Cihê hevdîtinê: Li ber derê avahiya BDP’ê
Saet: 07.00
Ji Jinên di Girtîgehan de kart şandin
Cîh: Pastexaneya Ofis ê
Saet: 11.00
Şahiya Meclisa Jinên BDP’ê ya Baglaran
Cîh: Taxa 5 Nîsan li ber Salona Dawetê ya Serdar
Saet: 15.00
Ji aliyê Saziya Jinan ya Kardelenê ve nasîna aqampanyeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demkretîk ve”
Cîh: Taxa 5 Nîsan li Buroya Hilbijartinana
2’ê ADARÊ:
Hevdîtina Jinan û Amedê
Cîh: Salona Konferansê ya Cigerxwîn
Saet: 10.00
Ji aliyê Saziya Jinan ya Kardelenê ve nasîna aqampanyeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demkretîk ve”
Cîh: Buroya Hilbijartinê ya li Taxa Şeyh Şamil
3’ê ADARÊ:
Şahiya Jinan ya DİKASUM’ê
Cîh: Sumerpark
Saet: 13.30
KURDİ-DER
Pêşandana Sinevizyon’ê
Navê Filîm: Demir Çeneli Melekler
Cîh: Orman Parqê
Saet: 19.30
Bernameya TV yê a KURDİ-DER’ê
Mijar: 8’ê Adarê
Cîh: Gun TV
Saet: Piştî nûçeyên giştî
Ji aliyê Saziya Jinan ya Kardelenê ve nasîna aqampanyeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demkretîk ve”
Cîh: Taxa Yunus Emre û li buroya hilbijartinê ya taxa Yenîkoyê
4’ê ADARÊ:
Tura Beşa Jinên Şaredariya Bajarê Mezin ya biskiletan
Cihê despêkirinê: Liber Ziyareta Turîstlik cadeyê
Cihê qediyanê: Keçî burcu
Saet:11.00
Pêşandana Sînemaya KADEM’ê
Cîh: Çarıklı KADEM
Saet: 12.30
Ji girtiyên nexweş yên di girtîgehan de kart şandin û ji Wezîrê dadê re feks şandin
Cîh Postexaneya Ofisê
Saet:13.00
Şahiya DİKASUM’ê
Cîh: Yeniköy şubesi
Saet: 13.30
Şahiya SUR MAPER’ê
Cîh: keçi burcu
Saet:13.00
Pêşandana Şanyê ya ( Ekin Ceren, Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Pirsusê û Komeleya Jinan ya Ceren’ê)
Cîh: Cegerxwin
Saet:19.00
Ji aliyê Saziya Jinan ya Kardelenê ve nasîna aqampanyeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demkretîk ve”
Cîh: Buroya hilbijartinê ya taxên Fatih, Korhat û Alipınar’ê
5’ê ADARÊ:
Şahiya DİKASUM’ê
Cîh: ben û sen
Saet:13.30
Şahiya Meclisa Jinan ya Navçeya BDP’ê ya Pirsusê
Cîh: ekin park
Saet:14.00
Şahiya Meclisa Jinên KESK-DİSK’ê
Cîh: Salona Dawetê ya Kaplan
Saet19.00
Ji aliyê Saziya Jinan ya Kardelenê ve nasîna aqampanyeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demkretîk ve”
Cîh: Buroya hilbijartinan ya taxa Bagcılar’ê
6’ê ADARÊ:
Şahiya Pirsusê ya MAPER’ê
Cîh: Mala Piştevanî û Perwerdê ya Aydın Erdem
Saet:11.00
Şahiya (Akademiya Jinan ya DİKASUM-AMİDA-KADEM)
Cîh: Hasırlı Şube
Saet:13.30
Pêşangiha wêneyan ya Beşa Jinan ya Şaredariya Pirsusê
Dîrok: 06-08 Adar 2014
Cîh: Cegerxwin
Saet:14.00
Pêşandana Şanoyê ya guruba Şanoyê ya Jinan ya Egitim –Sen ê
Cîh:Cegerxwin
Saet: 19.30
Ji aliyê Saziya Jinan ya Kardelenê ve nasîna aqampanyeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demkretîk ve”
Cîh: Buroyên hilbijartinana yên taxên Muradiye û kaynartepe
7’ê ADARÊ:
Şahiya DİKASUM’ê
Cîh;Azizye şube
Saet:13.30
Ji aliyê KESK-DİSK’ê ve meşa bi meşale
Cihê hevdîtinê: Li ber Egitim sen ê
Saet: 18.00
Meşa DUO-DER’ê
Cîh: Zanîngeha Dîcle yê
Saet:12.00
Ji aliyê Saziya Jinan ya Kardelenê ve nasîna aqampanyeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demkretîk ve”
Cîh: Buroyên hilbijartinê yên taxên Selahattin Eyyubi û Mevlana Halit
8’ê ADARÊ:
Meş
Cihê kombûnê: Urfa Kapı
Saet : 11.00
MİTİNG
Cîh: İstasyon Meydanı
Saet:12.00-17.00
9’ê ADARÊ:
KONSER-Büyükşehir Sümerpark Engelli Birimi ( Pervin ÇAKAR)
Cîh: Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin
Turnovaya Voleybol ve kort tenis ê
Dîrok:26 sibat- 6 Adar
Cîh:Sümerpark Spor Birimi
Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de dê li navçeyên weke Erxenî, Karaz, Farqîn, Gêl, Çinar û Lîcê yên Amedê çalakî bên kirin.
(zt)

