Baweriya mêran canê jineke dinê jî sitand
19:13
JINHA
EFRÎN– Welatiya bi navê S. S ku li gundê Ehrezê ya girêdayî herêma Ezazê di qezayekê de di asta 3’yemîn de şewitî. Ji ber ku hevserê wê M. S. nehişt bijîşkek mêr hevsera wi ya şawitiyî derman bike, her wiha li gorî wî “heram e bijîşkên mêr ser hevsera wî veke.” ji ber wê jî jina şewitî jiyana xwe ji dest da. Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan jî ji ber vê yekê li mêrê ku bû sedema mirina hevsera xwe gilî kirin.
Welatiya bi navê S. S. 35 salî ye, ji gund Husê yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê ye û bi kesê bi navê M. S. yê ji gundê Ehrezê ya girêdayî herêma Ezazê re zewicî ye. Di 5 sibatê de di qezayekê de ji ber sobeya malê ku mazot û benzîn tevlîhev kiribûn, di asta 3’yemîn de şewitî. Piştî ku S. S. rakirin nexweşxaneya Avrîn ya bajarê Efrînê, li vir erkdarên nexweşxaneyê hewldan ku rabikin beşê şewatê lê hevserê wê nehêla ji ber ku bijîşkên nobedar mêr bûn û li gorî baweriya wî “heram e bijîşkên mêr ser hevsera wî vebikin.” Piştre M. S. hevsera xwe bir gundê wê ji ber ku ji bajarê Efrînê ve nêzîk e û li wir hewldida bi dermanê kurdewariyê îlac bike. Lê mixabin dermanê kurdewariyê ti encam neda, di encamê de S. S. jiyana xwe ji dest da û li gundê Husê hate spartin.
Piştî ku S. S. jiyana xwe ji dest da, hêzên Asayîşê nameyek ji Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan a bajarê Efrînê re şand û têde detayên buyerê ragihandin.
Li ser vê yekê Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan a bajarê Efrînê dozek li Dadgeha Gel a bajarê Efrînê li dijî M. S. vekir û M.S bi kuştinê kuştinê hat sucdar kirin.
(zt)
