Karmendên Jin: 8’ê Adarê deskeftiyê tekoşîna jinane

08:56

 


Derya CEYLAN /JINHA


AMED – Li her derê jin li hemberî mêtîngeriya keda jinan xwe birêxistin dikin û daxwazên xwe tînin ziman. Jinên Karmend ên Amedê diyar kirin ku yek ji deskeftiyên jinên rêxistinkirî ji  roja 8’ê Adarêye.  Jinan dan zanîn ku herî zêde wan di jiyana kar de mêtîngeriya kedê û cidahikya zayendî jiyan kirine û tucarî gav paşde ne avêtine.


Roja ku di encama keda jinan de hatiye bi dest xistin li her çar alyê cîhanê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de çalakiyên cihêreng tên kirin. Di herêmê de jî jinên ku xwe bi rêxistin kirine li hemberî mêtîngeriya kedê di wê rojê de çalakiyên curbecur dikin. Karmendên Jin yên Endamê Komeleya Dogu û Guneydogu (DOGUNKAD) destnîşan kirin ku herî zêde di jiyana kar de wan mêtîngeriya kedê û cudahiya zayendî dîtine û tucarî gav paşde ne avêtine. Jinan derbirîn ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê xwediyê giringiyek pir mezine.


‘Her roja ku diçe jin zêdetir bi hêz dibin’


Ji Karmendên Jin yên DOGUNKAD’ê Sevîm Vural 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê weke roja bîranîna hemû jinên ji bo mêtîngeriya kedê û cidahiya zayendî jiyana xwe ji dest dane nirxand û got: “Bi tekoşîna jinên berxwedanvan yên ku di fabrîqeyê de di şewitîn û can didan em jin gihan rojek wiha giring. Bi saya berxwedana wan jinan yên ku bûne wesîleya avabûna 8’ê Adarê her roja ku diçe jin zêdetir bihêz dibin û serê xwe bilind dikin.” Sevîm diyar kir ku bi saya tekoşîn kirina jinan gelek caran hêzen deshilat neçar mane polîtîkayên xwe yên mêtîngeriyê guherandine. Sevîm da zanîn ku heta niha hemû deskeftiyên ku jinan bi dest xistine di encama ked û berxwedana xwe de bi dest xistine.


‘8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarin’


Endamekîdinê ji Karmendên Jin yên DOGUNKAD’ê Ruket Kirbaş got: “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkare.” Ruket bilêv kir ku ev roja giring êdî vegeriya ye roja şahiyê û got: “8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jinên kedkar ked dane û di encama keda wan de rojek wiha hatiye pejirandin. Bêguman tu cîh nemane ku jinan têde ked nedane.” Ruket bal kişand li ser zêdetir îstihdama jinan ya kar û wiha got: “Di her aliyê jiyanê de jin divê zêdetir bi bandor û afirankarbin. Di vê wateyê de divê şertên jiyana jinan ya karkirinê jî bên başkirin û cihên kar yên nû bên vekirin.”


‘Em ji bo azadiya xwe têdikoşin’ 


Karmenda Jin ya Emerîkayî Rosario Dag ya ku demdirêje li Amedê di DOGUNKAD’ê de dixebite jî girêdayî 8’ê Adarê nêrînên xwe anîn ziman. Rosario diyar kir ku jinên Amedê û tevahî herêmê pir kedkarin û ji bo keda xwe tekoşînê dikin. Rosario da zanîn ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo tevayî jinan xwediyê giringiyekî mezine. Rosario destnîşan kir ku jinan bi hêsan ev roj bi dest nexisatine bê guman jinan rolên giring lîstine di vê rojê de. Rosario derbirî ku jin li hemberî hemû zoriyên jiyanê têdikoşin û got: “Her tişit pir zore ji bo me jinan lê em ji bo azadiya xwe tekoşînê dikin û emê her tiştî bikin jî. 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîrozbe.”


(zt)