Çalakiyên 8'ê Adarê li Rojava destpê kir
09:05
JINHA
KOBANÊ– Di çarçoveya rêzeçalakiyên Yekîtiya Star ên bi munasebeta 8'ê Adarê cejna Jinan li herêma Kobanê civîn û şahî hatin lidarxistin.
Li gundê Ion a rojavayê Kobanê bi tevlîbûna dehan jiynan şahiyek hate ldiarxistin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Yekîtiya Star Peyman Kobanê,li ser navê Melîsa Gel a Rojava Eyşe Efendî, Li ser navê PYD'ê Nazê Mihemed û li ser navê Yekîtiya Mamosteyan Ruqeya Sedî û li ser navê partiya Demokrata Pêşverû li Sûriyê Leyla Ehmed axivîn.
Di axaftinande cenajna jinan li jinên Rojava û hemû jinên cîhanê hate pîrozkirin. Her wiha bal hate kişandin ser rola jinan di nava şoreşa Rojava de û pêşengiya wan di nava hemû xebatan de.
Şahî bi stran û govendên koma Xurxurê ya zarokan û Koma Şehîd Ednan bi dawî bû.
Di heman çarçoveyê de Yekîtiya Strar li Taxa Şehîde Îhya bi tevlîbûna dehan jinan civîn lidar xist. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endama Yekîtiya Star Cîhan Ebdulah axivî û dîroka 8'ê Adarê bibîr anî û da zanîn ku gelê kurd jî îro di pêngava şoreşê de gavên mezin avêtine û xwe bi rêxistin kirine. Civîn bi nîqaşan dewam kir.
Civîn bi staran û govendên jinan bi dawî bû.
(zt)
