Feride Alkan: Ev têkoşîn têkoşîna xweparastina cewherî ye
10:16
Derşîn MÎRZA / JINHA
BEHDÎNAN: Fermandar Yekitiya Jinên Azad (YJA Star) Ferîde Alkan bal kişand ser kampanyaya ku ji aliyê YJA yê ve bi şîar “ Bi Jina Azad ve ber bi Neteweya Demokratîk ve” hatiye destpê kirin axivî û wiha got: “ Di vê ku jin li hemberî hemû êrîşên ji devre xwe bi rêxistin bike. Divê jin li herderê û her wextê bi kare xwe biparêze. Hêza jinê heye ku xwe li hemberî, leşker, çeteyan gundê xwe, xwe û welatê xwe bi parêze. Jin dinava welatê xwe de divê zaman û çanda xwe esas bigire. Di vê jin rola aktîf di rêvebirina jiyan, avakirina civak û rêvebirinê de bileyîze.”
Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan kampanyaya ku ji aliyê Yekitiyên Jinên Azad (YJA) ve bi şîara “Bi Jina Azad ve berbi Netewa Demokratîk ve” hatiye destpêkirin, bingehê xweparastina cewherî ya vê kampanyayê tê çi wateyê, bi kijan rêbazên têkoşînê digehîje serkeftinê û rola sereke ya xwe parastina cewherî ya jinê tê çi wateyê nirxand?
Piştî ku YJA’ê starta kampanyayê da û şûne de tişta ku herî zêde derdikeve pêş yek ji wan jî mijara xwe parastina jinê ya cewherîye. Di vê bingehê de hûn xweparastina cewherî çawa bi wate dikin û dirxînin hûn dikarin nêrînên xwe bi mere parve bikin.
Di destpêkê de ez kampanyaya ku ji aliyê YJA’yê ve bi şîara “Bi Jina Azad ve ber bi Netewa Demokratîk ve” daye despêkirin û hemû kesên ku divê kampanyayê de di xebitin silav dikim. Têkoşîna azadiya gelê kurd ev 40 sale têkoşîna neteweya demokratîk dide. Bi deskeftiyên vê têkoşînê em ber bi neteweya demokratîk û ber bi pêvajoyekê nû ve diçin. Bêgûman divê pêvajoyê de xwe parastina cewherî xwedî rolekî girîng e. Ji ber wê civak li hemberî êrîşên tunekirin û ji holê rakirinê, avakirina neteweya demokratîk bingeh digire. Ji ber vê dixwaze di nava xwe de hişmendiya demokratîk û bi çandek azad civakek nû bi rêxistin bike. Ji ber vê divê xwe parastina cewherî bi awayekî bi bandor bi xebitîne. Hêzên dagirker hêjî li hemberî Kurdistan û gelê kurd êrîşên ji holê rakirinê pêktînin. Ji ber vê yekê gelê kurd û civak herî zêde pêdiviya bi azadî û mafê xwe yê mirovane bide jiyîn heye. Ji bo pêkanîna civaka azad ev yek girînge. Ger ku vî mafê xwe bikar bîne dê hêzên statukocu yên ji derve bixwazin êrîş bikin. Li hemberî van êrîşan her gund, navçe û bajar mecbûre pergala xweya xweparastina cewherî ava bike.
Li cihê ku neteweya demokratîk xwe lê avadike, mecbûre ku her cihî xwe bi parêze jî. Li aliyê din divê neteweya demokratîk, xwe li ser nirxên demokratîk ava bike. Bi netewperestî, olperestî û zayendperestî yê civakek demokratîk nayê avakirin. Zîhniyet desthildariya zilam a pênc hezar sal dinava civakê de bi nêzîkatiya netewperestî, olperestî û zayendperestî hatiye bi cihkirin. Ev civaka demokratîk xiradikin û paşde dikişînin. Pêwîste ku em van aliyan bigirin dest û bi rêxistin bikin. Divê civak bikare kul i hemberî van nêzîkatiyan xwe bi parêze. Divê ku civak bikaribe ji nû ve ziman, çand, navê xwe û xwezaya xwe bi rêxistin bike, ji nû ve bide avakirin û têkoşînê bide meşandin. Ev têkoşîn, têkoşîna xweparastina cewheriye, yanî xwedî derketina li mafê azadiyê û pêşdebirina jiyana azade. Ev têkoşîn tê wateya xweparastina cewherî bi xwe. Di avakirina neteweya demokratîk de tişta herî pêwîst pêşxistina xweparastina cewherî ye. Divê gelê kurd heya avakirina neteweya demokratîk bi karibe li hemberî hêzên ji derve û hûndir têkoşîna xweparastina cewherî pêşbixe. Pêvajoya ku niha em di têdene ji hemû pevajoyan girîngtire. Li Kurdistanê hemû ol, ziman, bawerî, nasname û hemû nirxên demokratîk, jin, zilam, ciwan, zarok esas bên girtin û jiyana demokratîk bê avakirin. Ancax dikare li ser vî bingehî jiyana azad bê avakirin. Rêxistinkirina jiyana azad û pêşde birina wê tê wateya xweparastina cewherî bi xwe.
Di avakirina neteweya demokratîk û di pêşxistina pergala xweparastina cewherî de rola jinê çiye?
Ev rasteiyeke ku heya jin azad nebe neteweya demokratîk jî pêk nayê. Heya ku jin azad nebe kes nikare bêje ku neteweya demokratîk pêk hatiye yan jî nikare îdia bike ku hatiye azadkirin. Ji bo jin azad bibe divê jin diher alî de xwe û nirxên xwe yên azad bi parêze. Heta ku xwe neparêze, hertim dibin zextan deye, di malê de hepisbûyîn û jinên ku nikarin xwe birêve bibin em nikarin divê pêvajoyê de behsa azadiya jinê bikin. Ji ber vê em nikarin behsa neteweya demokartîk jî bikin. Ji ber vê jî divê jin bikarin diher alî de xwe biparêze û xwe birêve bibe. Di vê ku jiyana xweya bîyolojî, ya di malê de nede berdewamkirin, divê civakê li derdora xwe bi şekil bike, jiyana civakê birêve bibe û pêşengiyê bike.
‘ Divê civak bi rengê jinê bêrêxistinkirin’
Niha li Rojavayê Kurdistanê li ser esasê neteweya demokratîk têkoşîn têmeşandin. Ez bi vê boneyê dayik û jinên ku bi taybetî li Kobanê têdikoşin silav dikim û wan pîroz dikim. Jin li wê derê welatê xwe, axa xwe diparêze û bi şêweyê demokratîk civakê ji nûve birêxistin dike. Hem di qada leşkerî de sinoran diparêze hem jî meclisan ava dike, aborî, çand û jiyana xwe birêxistin dikin. Qadên siyasî, çandî û saziyên civakî ava dikin û bi her awayî xwe pêşdixin û di hilberînin. Ev jî bime dide xuyakirin ku jin li ser têkoşîna azadiyê de di avakirina neteweya demokratîk pêşdixe û pêşde dibe. Ne tenê li Rojava bi giştî diavakirina neteweya demokratîk de pêwîste bibe hêza pêşeng. Di vê jin di qada siyasî ya welat de pêşeng be. Divê hêza sereke ya jinê di civak, siyaset, çand, aborî û hemû qadan de hebe. Divê civak bi rengê jinê bêrêxistinkirin. Di vê bitu awayî jin xwe bi sinor neke. Dîvê heya dawiyê jin bi bawerî, zanebûn, ji xwe bawer be û divê civaka azad li derdora xwe bi rêxistin bike.
‘Divê li hemberî hemû hêzên ji derve jin bikarin xwe bi rêxistin bikin’
Ji bo avakirina neteweya demokratîk bi tu awayî divê jin dibin zextan de nebe, vîna xwe hertim bi kar bîne û şerte ku rêxistbûyîna xwe avabike. Divê li hemberî hemû hêzên ji derve jin bikarin xwe bi rêxistin bikin. Di dîroaka têkoşîna meya 30 salan de gelek mînakên vê hene. Jinê li her qadê û her tim parastina xwe ya cewharî pêşdebiriye. Hêza jinê heye ku gund, bajar û welatê xwe li hemberî leşker û çeteyan bi parêze. Ya duwemîn jî divê jin di ziman û çanda xwe de bi israr bin, di rêvebirina jiyanê de, avakirina civakê de û rêvebirinê de rola aktîf bileyîze. Dê azadiya jinan û asta rêvebirina civaka azad û demokratîk bide xuyakirin. Civaka demokratîk ancax dikare li vî esasî xwe pêş de bibe. Heya ku jin azad nebe, heya ku di kuncik û aliyan de bê hiştin, heya ku tevli pêşde birina civakê nebe, em nikarin behsa civakek demokratîk bikin. Ev rastî di têkoşîna meya 30 salan ya li Kurdistanê hatiye guhertin. A girîng ew e ku em bikarin viya hêj di pêşde bibin û jinan bêhtir bibandor bikin.
Dema ku hûn li ser vê mijarê nêrînên xwe tînin ziman; “We got li Kurdistanê jin di avakirina neteweya demokratîk de pêşengin.” Çima di avakirina neteweya demokratîk de evqas girîngî ji bo xweparastina cewheriya jinê tê dayîn.?
Her wiha xweprastina cewherî ji bo her mirov û zindiyekî xwedî wateyek mezine. Ji ber ku xweperestina cewherî tê wateya mafê xwe parastinê. Hemû zindî bi awayekî azad dê dinê yan jî bi awayekî azad dest bi jiyanê dike. Dema li ser jiyan û mafê mirovan yê jiyankirinêe êrîşek pêk were li hemberî vê serî rakirin yan jî bikeve pozîsyona xweparastînê tê wateya xweparastina cewherî bi xwe. Ev ji bo her tiştî û her zindiyekê derbas dibe. Gulek jî, çûkek jî xwe li hemberî êrîşên ji derve diparêze. Ji ber ku mafê hemû zindiyan, mirovan û civakan yê jiyanê heye. Eger li mirovan koletî, zext û îstîsmar tê ferzkirin xwe parastina mirovan mafê herî xwezayî ye. Ev ji bo jinê hîn girîngtire. Ji ber ku civak li derdora jinê bireng dibe. Ji ber vê em dikarin viya bêjin; jinên ku xwe di parêzin di heman demê de tê wateya ku civakê diparêzin. Jin çiqasî ku xwe bi hêz bi parêze di eynî pileyê de civakê jî diparêze û jiyana civakê jî ewqas xweşik û rast pêş de dibe.
‘Divê em jin civaka xwe bi xwe avabikin’
Ev bi hezaran salane jin dibin tehdîta pergala deshilatdariya zilam de dijî. Niha li tu cihên cîhanê ji bo jinê cihê bi ewle tuneye. Di kolanan de her roj bi tehlikeyên cûr bi cûr re rû bi rû dimîne. Divê rewşê de di malê de, li dibistanê û li cihê kar rastî vê yekê tên. Niha ji bo jinê tu cih bi ewle tuneye. Ji ber vê yekê jin bi fikrê xwe, dinava civaka ku têde jiyan dike bi azad bijî divê parastina cewherî pêş bêxe. Ji ber ku bi rastî jî jin ji vê cîhanê hatiye derxistin û mafê wê hatiye xwarin. Dinava malê de hatiye hepiskirin. Belkî ev bi sedan sale ji bo ji vê yekê xilas bibe têdikoşe lê têdîtin ku ev yek ne bese. Wisan divê ku em jin bi xwe civaka xwe ava bikin. Ev civak jî civaka demokrate. Em ancax dikarin dinava neteweya demokratîk û pargala konfederal de jiyana wekhev û azad bibînin. Ev yek nete. Ji ber vê yekê jiyana xwe bixwe, jiyana civakî ji nû ve avakirin û ji bo xweparastina li hemberî hemû êrîşên pergalê divê pergala xweparastina cewherî were avakirin. Ji ber ku li her qadê jin bi tehlîkeyê re rû bi rû ye. Xwe ji van tehlikeyan parastin jî bi vê yekê ve girêdayî ye.
Piştî pêşketina neteweya demokratîk jin dê xwe li hemberî çi bi parêze?
Divê bêzanîn ku; ev pêvajoyeke. Neteweya demokratîk tê wateya rewşa siyasî. Bi derxistina dijmin û hêzên statuko yên derveyî sînor neteweya demokratîk pêş nakevin. Du lingên vê hene. Yayekemîn; weke jin yanî em divê ku li hemberî hêzên statuko têbikoşin. Ya duyemîn jî; dinava civakê de em ê li hemberî hişmendiya zilamya desthiladar têbikoşîn. Em li hemberî du tiştan têkoşînê didin meşandin. Yek; Em li hemberî hêzên deshildar yên ku mafê mirovan tune dihesibînin, nasmane, çand, bawerî û li ser ol zextan didin meşandin şer dikin. Li aliyê din jî ji bo demokratîk bûna civakê, daxwazên azadiyê yên civakê û ji bo lêgerîna vê pêş bikeve têdikoşin.
‘ Ferasta ku bi çavê namûsê li jinê tê nêrandin divê were parçekirin’
Em li hemberî zîncîra deshildar ya li bajar, gund, fabrîka, mal û li herderê zilam daye afirandin li ser jinan em têdikoşin. Em rêvebirina civakê di destê zilam de nahêlin. Niha Rêberê me jî tedbîrê vê yekê girtiye û pergala hevserokatiyê pêş xistiye. Ji niha e em li her derî pergala hevserokatiyê esas digirin. Pergala hevserokatiyê ji rêveberiya jin û zilam a gundan bigire heya bajaran, ji rêveberên welatan bigirin heya rêveberiyên malbat û eşîran îfa de dike. Ji bo ku ev pêvajo bi gehije armanca xwe û em karibin li hemberî hişmendiya zilamên serdest rabin, divê em têkoşîneke bê hempa bidin meşandin. Em ê nêzîkatiya ku bi çavê namusê li jinê dinêre, ji der veyî jinê feraseta ku welatê xwe, xaka xwe û azadiyê weke namus nebîne parçe bikin. Ji ber vê yekê divê em civaka polîtîk, exlaqî û demokratîk esas bigirin. Divê em di nava civakê de li ser van esasan têbikoşîna xwe pêşbixwin û bilindtir bikin.
Hûn YJA Star, yanî weke Hêza Parastina Jinan der barê di nava civakê gelo jin dê çawan karibe parastina cewherî pêşbixe de difikirin?
Du rêbazên vê yekê hene. A yekemîn bê goman divê jin li dijî înkar û îmhaya dewletê têbikoşe. Di parastina welatê xwe de, divê di çarçoveya parastina rewade tevbigere. Di berxwedana gelê Rojava de, serhildanên Bakur de û stratejiya ku artêşa azadiya jinê YJA Starê ku li çiyayên Kurdistanê pêş xistî, dê bi heman rengî bi dome. A diduyan jî divê jin di nava civakê de rêxistinbûyîna xwe pêşbixwe. Divê jin li hemberî hişmendiya desthilatdar a zilam bi her awayî xwe bi rêxistin bike. Ger rêxistinbûyîna jinê tunebe, mirov nikara qala parastina çewherî jî bike. Parastina çewherî li ser kesan pêş nakeve. Parastina çewherî encex bi rêxistinî pêş bikeve. Divê jin karibe li hemberî hemû êrîşan reflekseke hevpar derbixwe holê. Divê helwesteke bi hêz a hevpar bê avakirin. Li kijan qadê li dijî jinê êrîş û têkoşîn hebe, divê li wê derê reflekseke hevpar a jinê bê nîşandan. Dibe ku ev yek li malê, li koçeyan, li kar û dibistanan jî çêbe. Li kî derê dibe bila bibe divê têkoşîna jinê hevpar be.
‘Ji bo ku jin qadên azadiyê avabikin divê têbikoşin’
Divê jin ji xwe re qadên jiyanê avabikin. Rêberê me ji bo vê yekê ked û têkoşînek mezin da. Ji bo ku jin qadên azadiyê avabikin divê têbikoşin. Ev dibe ku komeleyek, kooperatîfek, akademî, park û meclis jî bibin. Tişta girîng ew e qadên ku jin, li gundan, bajaran û li her qadê pirsgirêkên xwe parve bikin, fikir avabikin, li ser polîtîkayên dewletê nîqaş bikin û li dijî van polîtîkayan, polîtîka exlaqî pêş bixin, hebin. Tenê bi kesan têkoşîn pêş nakeve. Bi baweriya jiyana azad têkoşîn pêş dikeve. Cihê ku bawerî lê ne be, têkoşîn pêş nakeve. Bê bawerî pirgirêkan çareser nake. Divê ne têkoşîne dem demî, her daîm têkoşîn hebe. Divê jin heft roj û bist û çar saetên xwe bi têkoşîn dayînê der bas bike. Têkoşîneke bi bawer her daîm derfetên jiyaneke azad pêşkêşî me dike.
Herî dawî ji bo kompanyaya ku we pêş xistiye, hûn dixwazin çi bibêjin?
Baweriya min ewe ku têkoşîna ku ji aliyê Rêber Apo, gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ve hatî pêşxistin, me hîn zêdetir nêzî neteweya demokratî kiriye. Dê kampanyaya YJA ku bi dirûşmeya “Bi Jina Azad ber bi Neteweya Demokratîk ve” daye destpêkirin, dê ji bo Avakirina Neteweya Demokratîk gelek katkiyên wê çêbin. Bi vê boneyê ez hemû jinên ku cihê xwe di kampanyayê de digirin, di serî de dayikên ku li Rojava di eniyên pêş de cih digirin, jinên ku her roj ji bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşîn silav dikin û cardin baweriya xwe ya ji serkeftinê re nû dikim.
(aw)

