Dê jin di 'Jin Amed'de bicivin

10:55

Derya CEYLAN / JINHA


AMED – Bi tevlîbûna Têkela DOKH’ê ya Amedê û namzatên hevşaredar yên  jin di 2’ê Adarê de bi şîara ‘Nêrîn bigire û were’ hevdîtina jinan ya ‘Jin Amed’ dê çêbibe. Girêdayî hevdîtinê Koordînatora Jin Amed Ozlem Ozen nêrînên xwe wiha anî ziman: “Gihiştina ramanên ji şoreşa jinan ber bi şereşa civakî ve emê di hevdîtina ‘Jin Amed’ de bibînin. Di pergala alternatîf de emê rolek çawa bigirin? Çawa havpar bibin? Emê bersiva van pirsan jî di hevdîtinê de bibînin.”   


Ji hilbijartinên 30’ê Adarê re demeke pir kin maye. BDP’e ya ku dê bi pergala hevserokatiyê bihevin hilbijartinên herêmî û di Tirkiyê de cara yekê ye pergalek wiha tê dîtin di hilbijartinan de. Namzatên hevşaredarên Jin ên BDP’ê lez dan xebatên xwe yên konferans  û hilbijartinan. Xebatên ji bo rêveberiyên herêmî bi awayekî herî bi hêz berdewam dikin. Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ya Amedê di 2’ê Adarê de bi şîara “Fikir bigire û were” dê havdîtina “Jin Amed” çêbikin. Hevdîtin dê di Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn pêkbê. Di hevdîtinê de dê rêveberên hemû saziyên jinan yên û namzetên jin yên navend û navçeyan amade bibin.


‘Dê Amedê bibe bajarê jinan’


Girêdayî hevdîtina ‘Jin Amed’ Koordînatora Navenda Lêkolînên Pirisgirêkên Jinan ya Amedê (DİKASUM)’ê Ozlem Ozen diyar kir ku ev hevdîtin dê beriya hilbijartinên herêmî pêkbê û di hevdîtinê de dê ji bo piştevaniya jinan danusitandina ramanî bê kirin. Ozlem da zanîn ku di çarçoveya xebatên hilbijartinan de dê hevşaredar 7 civînan pêkbînin û got: “Ji bo Amed vegere bajarê jinan em hemû jinên xwedî pîşe, Odeyên pîşeyan, komên ku xebatên jinan birêve dibin, komisyonên ku li ser tenduristî û jinana dixebitin û rêxistinên jinan em hatin bahev. Din ava xebatên jinan de hebûna projeya ‘Jin Amed’ em hemû jin hemfikirbûn û weke biryarek hevbeş derket.”


‘Girêdayî jinan hemû fikir bûn yek’


Ozlem  hişmendiya BDP’ê ya rêvebirina şaredariyan li Amedê jî nirxand û wiha got: “Di vî bajarî de çî di xizmeta jinan debû çî  ne di xizmeta wande bûn li ser vê mijarê xebat hatin kirin û gelekan serê xwe bi van xebatan ve êşandin. Niha nîqaşên me li ser bingeha zayendî, hişmendiyek şaredariyê ya ku azadiya jinan bingeh digirin û butçeyek azadiya jinan çawa dê bê amade kirin didome. Pêşiniyarên weke em jin çawa zêdetir dikarin li xwe xwedîderkevin tênkirin. Di civînên ku em bi jinan re li dar dixin em gelek xalên weke aborî, şidet, girêdayan madeyan û gelek mijarên dinê nîqaş dikin û emê van nîqaşên xwe bidomînin. Her wiha di fikirên weke divê parastina jinan ya can hebe û jin ji malên sitargehan derkevin li her derê bikarin bijîn.”


‘Jin Amed dê bibe jiyana komunê’  


Ozlem destnîşan kir ku BDP li hemberî şaredariya mêraneye û di vê naverokê de daxwiyannameya jinan jî hat diyarkirin. Ozlem derbirî ku ew bi hişmendiyek ya şaredariyê a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan bingeh digirin. Ozlem diyar kir ku dê di hevdîtina ‘Jin Amed’ de mijarên weke jiyana komunê jî binirxînin. Ozlem da zanîn ku dê di heman demê de li ser kooperatîfan jî nirxandin bên kirin.


‘Dê şoreşa jinan vegere şoreşa civakê’


 


Ozlem got: “Emê li tevahiya cîhanê û taybetî jî li Rojhilata navîn bibin mînak.”Ozlem destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê jinan ber bi azadiyê ve dibe. Ozlem derbirî ku bi pergala hevserokatiyê re dê jin şoreşê bikin. Ozlem bilêvkiri ku dê hevserok bixebitin ku şoreşa jinan vegerîna şoreşa civakê û wiha domand: “Gihiştina ramanên ji şoreşa jinan ber bi şereşa civakî ve di ‘Jin Amed’ de dêbê nirxandin. Di pergala alternatîf de emê rolek çawa bigirin? Çawa havpar bibin? Emê bersiva van pirsan jî di hevdîtinê de bibînin.”


(zt)