Jinên Edeneyê bernameya xwe ya 8’ê Adarê diyar kirin

11:52

JINHA


EDENE – DOKH û Platforma Jinan ya Edeneyê bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyarkirin. Dê di 1’ê Adarê de bi vekirina Buroya Hilbijartinê re starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bidin. Çalakiyên wan dê bi awayê şahî, ji girîtîhehan re kart şandin, çuna li ser ziyaret, meş û mitîng bin.


Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ya Edeneyê girêdayî çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê agahî dan. Berdefka Meclisa Jinên BDP’ê ya Edeneyê Suzan Kiliç girêdayi bernameya 8’ê Adarê agahî dan. Suzan despêkê balkişand li ser giringiya 8’ê Adarê û û diyar kir ku divê herdemê jin li qadan bin û got: “Di nava civaka me de û li ser erdnîgariya me jin tune hatine hesibandin. Lê li gel tevgera jinên kurd re bi keda Zîlanan, Rehşenen, Sakîneyan û bi keda hezaran hevalên me yên jin yên ku min navê wan rêznekiriye em îro li vêderêne.”  


Bernameya şahiyên 8’ê Adarê ya Edeneyê wihaye:


1’ê Adarê: Vebûna Buroya Hilbijartinan ya li taxa Şakirpaşa Ova (18.00)


2’ê Adarê: Şahiya Jinan ya li Sarı Hamzalı yê (15.00)


3’ê Adarê: Ji girtiyên di girtîgihan de kart şandin (13.00),  çuyîna ber girtîgiha Karataş’ê (14.00), li taxa Barbaros’ê Şahiya Jinan (18.00)


4’ê Adarê: ziyaretkirina goristana Leyla Kaplan (13.00)


5’ê Adarê: Li Navçeya Seyhan’ê kombûn (10.00), li Misis’ê Şahiya Jinan (18.00)


6’ê Adarê: Li Karasu Kavşagi yê Şahiya Jinan (18.00)


7’ê Adarê: Li ber Parqa Meydana 5 Ocak ê meş (18.00)


8’ê Adarê: Li Meydana İstasyonê ya Mimar Sinan’ê pişti meşê dê mitîng bê kirin.


(zt)