Di malên sitargihan de dengên jinan tên asteng kirin!

12:38

JINHA


NAVENDA NÛÇEYA – Bi nêzbûna hilbijartinên herêmî re carekedinê dengên jinên ku li malên sitargahan yên ku dibin mexdurê  nêzîkatiyên ‘girtîgihên vekirî” hatin asteng kirin. Rêxistinên jinan û hûqûqnasan diyar kirin ku pirsigrêk bi hêsanî dikare bê çareser kirin.


Di rêveberiyên herêmî de mafê jinan ji aliyê deshilatiya mêran ya xwediyê mafê gotin û biryardanêye ve tên kêm kirin. Her wiha di bijartin û hilbijartinan de jî jin rastî van kirinan tên û mafên wan ji dest tên girtin. Yek ji mafê mirovan yê herî xwezayî jî bijartin û hilbijartine. Beşek ji civakê yên weke karkerên demsalê û yên şidet dîtine û di malên sitargihan de hatine bicîh kirin ji vî mafê xwe bê par dimînin. Li gorî nûçeya Rojnameger Selmane Ertekin ji ber jinên ku di sitargehan de dimînin di nifusê de nayên dîtin nikarin dengê xwe bikar bînin. Yên ku navê wan di lîsteyê de hebin û deng bikarneyînin birîskin. Rêxisatinên jinan û hûqûqvanan di fikira ku ji bo vê rewşê hinek karên piratîk bên kirin.


‘Ev kirinane li gel demokrasiyê na guncin’


Pinar Çetinkaya ya ku li Kanadayê weke Pispora xizmetên civakî di malên stargihan de xebitiye û niha li Tirkiyê di Wexfa Piştevaniya Jinan de dixebite girêdayî jinên di malên sitargehan de dimînin nêrînê xwe anî ziman. Pinar diyar kir ku jinên ku di malên sitargihan de dimînin ji gelek mafên xwe bê par dibin. Pinar da zanîn ku yek ji van mînakan jî nexebitandina mafên xwe yên dengdanêye. Pinar destnîşan kir ku bi navê “parastinê” van kirinan dikin, dikarin bi awayekî hêsan vê pirsgirêkê çareser bikin. Pinar derbirî ku tu ev kirinane li gel demokrasiyê na guncin.


‘Di sitargeh de jin rastî nêzîkatiyên girtigihên vekirî tên’     


Seroka Wexfa Piştevaniya Jinan Parêzer Candan Dumrul jî diyar kir ku bi nêzîkatiyên “malên mêvanxaneyan” nêzî jinên li sitargihan dibin û jinan ji mafên wan yên civakî bê par dihêlin. Candan da zanîn ku di van demên dawî de ji malên sitargihan gelek giliyên jinan dibihîsin û got: “Ew cih bi boneya parastina canê jinan veşartina jinan zêdetir li gora keyfa xwe nêzîkatiyên weke girtîgihên servekirî li wan jinan dikin.” Herî dawî Candan desrnîşan kir ku ji bo ji destgirtina mafê jinan yê herî xwezayî û welatîbûnê ew dixwazin hinek karên piratîk bên kirin.


(zt)