Li Bismîl û Nisêbînê bernameya 8’ê Adarê hat diyar kirin
14:35
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê DOKH’ê bernameya xwe ya çalakiyên 8’ê Adarê diyarkirin û bi armanca pirştevaniya namzetên hevşaredarên BDP’ reserpsonek amade kirin.
Jinên Nisêbînê bi armanca dayîna starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û piştevaniya namzetên hevşaredarên BDP’ê di resepsyona li Navenda Çandê ya Mîtaniyan hatibû amade kirin de hatin bahev. Di resepsiyonê de Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevseroka BDP’ê ya Navçeya Nisêbînê Zînet Algat, Mecilisa Jinên BDP’ê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokan, Namzeta Hevşaredara BDP’ê a Bajarê Mezin ya Mêrdînê Fubruniye Akyol, Namzetên hevşaredarên Navçeya Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, Têkela jinên KESK’ê, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê û gelek jin amade bûn.
‘Zêdebûna nemzetên jin xizmeta polîtîkaya meye’
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokan di resepsiyonê de axaftinek kin kir. Ayşê diyar kir ku ji bo hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adarê demeke kin maye. Ayşê da zanîn ku zêdebûna namzetên jin di xiameta polîtîka û azadiya jinan dene û got: “Em bi jinên kurd, ereb û suryanî re hatin bahev. Ji niha û pêde jî dê bi vî awayî berdewam bike.”
Jinan li ber dengê dehol û zurneyan govend gerandin
Jin bi durişmên “Jin Jiyan Azadî” ji cihê resepsiyonê ber bi buroya hilbijartinê ya ku nû li Şîrîn Bulvari yê vebû ve meşiyan. Di buroya ku nû hat vekirin de bi tevlîbûna hezaran kesî sînevizyona ku tekoşîna tevgera gelê kurd nîşan dida hat temaşe kirin.
Bernameya jinên Nisêbînê ya 8’ê Adarê wihaye:
1’ê Adarê: Dê nûnerê wan tevlî mitînga li Dêrsimê bibe
2’ê Adarê: Dê li Goristana Agîd Suruç ya li çiyayê Bagokê daran biçînin (09.00)
4’ê Adarê: Dê ji bo azadiya girtiyên nexweş li Mêrdînê ji Wezîrê dadê re faks bişînin (13.00)
5’ê Adarê: Dê li Parqa Laseş ya li taxa Dicle yê starta qampanye ya îmzayan a“Ji Ocalan re Azadî” bê dayîn (11.00)
6’ê Adarê: Dê ji Navenda Çanda Mîtaniyan ber bi sînur ve bimeşin (10.00)
7’ê Adarê: Dê li Bariş Parqê pêşangiha wêneyan bê dayîn(10.00), Dê li Şaredariyên Girêmîra, Duruca û Akarsu pîrozbahî bên kirin (11.00), Li Navenda Çanda Mîtaniyan jî pîrozbahî bên kirin (19.00)
8’ê Adarê: Dê bi beşdarbûna tevayî Mêrdînê li Qada Newrozê mitînga fînalê bê kirin (10.00)
BİSMİL
Bernameya 8’ê Adarê ya Navçeya Bismîlê ya Amedê jî ji aliyê Meclisa Jinên BDP’ê ve hat diyar kirin. Jinan bernameya xwe ya 8’ê Adarê ku dê 6 rojan berdewam bike bi daxwiyaniyekê bi raya giştî re parve kirin. Daxwiyanî li ber avahiya BDP’ê ya Bismîlê hat xwendin û hejmarek mezin jin tevlî bûn. Di daxwiyaniyê de dovîzên weke “Jin jiyan azadî” û “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” hatin hildan. Daxwiyanî ji aliyê xebatkara Navenda Jinan ya Nûjîn ya Şaredariya Bismîlê Leyla Ete ve hat xwendin. Leyla diyar kir ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhan bi şîara “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” ya ku atfî 3 jinên siyasetvan yên kurd ku li Parîsê hatine qetilkirin hatiye kirin tê despêkirin. Leyla da zanîn ku dê jin bi kincên xwe yên netewî tevlî hemû çalakiyên 8’ê Adarê bibin.
Bernameya 8’ê Adarê ya jinên Bismîlê wihaye:
1’ê Adarê: Li bajaroka Ambarê şahî (13.00)
2’ê Adarê: Li bajarokaTepe yê şahî (13.00)
3’ê Adarê: Li Navenda Jinan ya Nûjînê pêşangiha wêneyan (13.00)
4ê Adarê: Ji girtiyên nexweş re kart şandin (10.00), qurnefîl belavkirin û ziyaret kirina jinên jinên dixebitin.
5’ê Adarê: Li Navenda Jinan ya Nûjînê hevpeyvîn (13.00)
6’ê Adarê: Vekirina Parqa Roj ya Jinan ku ji aliyê Şaredariya Bismîlê ve hatiye çêkirin û konser (13.00)
(zt)

