Li Şirnexê çalakiya ji ‘Roboskî re dadmendî’ hat lidarxistin

15:42

JINHA


ŞİRNEX – Her meh di roja 28’an de malbatên 34 welatiyên hatine qetilkirin dê kombibin û ji bo kujer bên darezandin ‘Ji Roboskî redadmendî’ bixwazin. Îro malbat hatin bahev û dest bi çalakiya xwe ya mehane kirin. Di çalakiyê de aktîvîstê aştiyê yê ji Belçîkayê Toon Lambrevhts jî amade bû. Di çalkiyê de Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçi axivî û diyar kir ku bûyera Roboskiyê yek ji lekeyên reş yên Komara Tirkiyê ye.


Li gundê Roboskiyê yê girêdayî Navçeya Qilabanê ya Şirnexê di 28’ê kanuna sala 2011’an de bi balefirên şer yên TSK yê 34 welatî hatibûn qetilkirin. Ji niha û pêde her meh di roja 28’an de dê malbat bên bahev û ji bo kujer bên darezandin ‘Ji Roboskî re dadamendî’ bixwazin. Bi heman armancê îro li ber derê Ediliye ya Şirnexê hatin bahev. Di daxwiyaniyê de li gel malbatên Roboskiyan, rêveberên Şaxa İHD’ê ya Şirnexê, Baroya Şirnexê, rêbenberên Navenda BDP’ê ya Şirnexê, aktîvîstên Aşitiyê yên Roboskiyê Meral Geylanî û Îbrahîm Yaylali li gel aktîvîstê aştiyê yê ji Belçîkayê Toon Lambrevhts jî amade bûn. Di daxwiyaniyê de panqart û dovîzên weke “Ji Robaskî re dadmendî ji ruyê axê re aştî” û Roboskî ji bîrnabe” hatin hildan.


‘Dixwazin li ser Roboskiyê bigirin’


Di çalkiyê de Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçi axivî û got: “Weke tê zanîn bûyera Roboskiyê yek ji lekeyên reş yên Komara Tirkiyê ne. Ji bo kujer derkevin beripirsyariya ji jor heta jêr ya hemû berpisên Tirkiyêne. Heger ku bi teknolojiyê kujerên bûyerê diyar nakin ne ku nizanin dixwazin li ser bûyerê bigirin.” Rêveberê Şaxa İHD’ê ya Şirnexê Mehed Emîn Cengîzoglu jî da zanîn ku li gorî du sal li ser bûyerê re derbas bûye jî hêj kujeran diyar nakin dixwazin li ser bûyerê bigirin û got: “Bêguman em dizanin ku ji aliyê Serokwezîr ve derstur hatiye dayîn. Ji ber qatîl ew bi xwene weke hemû bûyerên dinê dixwazin li ser vê bûyerê jî bigirin.”


Piştî daxwiyaniyê malbatan duruşmên weke “Katîl dewlet dê hesab bibe” hatin bilind kirin. Paşê jî 5 deqeyan çalakiya runiştinê hat kirin.


(zt)