Jinên Misricê dest bi qampanyeya ‘Ji Ocalan re Azadî’ kirin

16:46

JINHA


SÊRT – Meclisa Jinên BDP’ê ya Misricê dest bi qampanye ya ‘Ji Ocalan re Azadî ‘ kirin.


Meclisa Jinên BDP’ê yên li ber konê Berxwedanê yê li taxa Bahçelievlerê hatibû evkirin girêdayî despêkirina qampanye ya îmzayan ya‘Ji Ocalan re Azadî ‘ daxwiyanî dan çapemeniyê. Di daxwiyaniyê de Meclisa Jinên BDP’ê ya Misricê, namzetên hevşaredarên BDP’ê, endamên Meclisa Şaredariyê ya Misricê û gelek welatî tevlîbûn. Girêdayî mijarê berdefka Meclisa Jinên BDP’ê ya Misricê Aysel Olcay diyar kir ku ji bo azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasi li tevahiya Tirkiye yê û herêmê qampanye ya îmzayan hatiye despêkirin.


Aysel got: “Em Birêz Abdulah Ocalan temînata aştî û azadiyê dibînin.” Aysel da zanîn ku bi wê bûneyê wan dest bi pamqanye ya îmzayan kirine. Aysel bi vê armancê bang li hemû gelê kurd û taybetî jî li jinên kurd kir ku li qampanye ya îmzayan xwedîderkevin. Piştî daxwiyaniyê standa îmzayan hat vekirin.


(zt)