Em ji qampanyeya xwe ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ gav paşde navêjin
17:28
JINHA
AMED – Bi armanca azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ji aliyê BDP’ê ve dest bi qampanye ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ hatibû kirin. Ji aliyê dadgahê ve qampanya hate qedexe kirin. Girêdayî mijarê berdefka Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî Zubeyde Teker axivî û got: “Em ji qampanye ya xwe ya îmzayan gav paşde navêjin. Li ser vî bingehî emê qampanye ya xwe ya îmzayan bi israr berdewam bikin.”
Bi armanca azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ji aliyê Rêxistina Navenda BDP’ê ya Amedê ve qampanye ya îmzayan ya “Ji Ocalan re Azadî” hatibû despê kirin. Qempanye ya îmzayan ji aliyê endamên TMK a û dadgihê ve hate qedexe kirin. Li Amedê duh ji aliyê BDP’ê ve bi navê qampanye ya îmzayan ya “Ji Ocalan re Azadî” li gelek cihan standên îmzayan hatin vekirin. Girêdayî mijarê polisên TMK yê Serdozgerê Komarê hayedar kirin. Ji aliyê endamên TMK yê û dadgehê ve bi hinceta “Piropegandaya Rêxistinê dikin” hat qedexekirin. Piştî biryarê xwestin ku ew îmzayên hatine berhev kirin bidin polîsan.
‘Me ji tukesê destur negirtiye û emê negirin’
. Girêdayî mijarê berdefka Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî Zubeyde Teker axivî. Zuberde diyar kir ku ji bo qampanye ya îmzayan ji kesê destur negirtine û dê negirin jî û wiha got: “Kî çiqas dixwazin qedexe bikin bila bikin em di berdewamkirina vê qempanya yê de bibiryarin. Ji ber em dizanin heger aştî û demokrasî bê vî welatî dê bi Ocalan re bê. Ev daxazek demokraatîke. Emê li himberî vê hişmendiya qedexekar têbikoşin. Em ji qempanye ya xwe ya îmzayan jî gav paşde navêjin. Me ji kesê destur negirtiye û emê negirin jî. Ev mafek yê me yê demokratîke. Ji ber van sedeman emê qampanye ya xwe ya îmzayan berdewam bikin.”
(zt)

