‘Heta Ocalan azad nebe ev gel azad nabe’
11:11
JINHA
EDENE – Navenda Rêxistina Partiya Gelan a Demokratîk ya Edeneyê bi boneya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de li aliyekê jinên dengbêj sitiran digotin û li aliyê dinê jî jinan govend digeradin.
Navenda Rêxistina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Edeneyê bi boneya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Buroya HDP’ê ya taxa Gulbahçe a Navçeya Seyhanê ya Navenda Edeneyê şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Seyhanê Meliha Varişli, Endama Meclisa Jinên BDP’ê Suzan Kiliç, dengbêjên Edeneyê û li gel wan jî hejmarek mezin jin beşdarî şahiyê bûn. Di qada şahiyê de wêneyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, alayên PKK û KCK’ê hatin hildan. Şahî bi deqeyek rêzigirin ji bo cangoriyên tekoşîna demokrasiyê despêkir.
Di şahiyê de Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Seyhanê Meliha Varişli axaftinek kin kir. Meliha diyar kir ku bi keda jinên tekoşer em hatine vê astê. Melîha da zanîn ku ew weke referandomê li hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê dinêrin û divê her kes jî bi vî ruhî bixebitin. Melîha destnîşan kir ku ew piştevaniya qempanye ya îmzayan ya ku ji bo Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî despêkirin dikin û got:“Heta Ocalan azad nebe ev gel azad nabe”
Piştî axaftinan “govenda azadiyê” hat gerandin. Piştî govendê koma dengbêjên Edeneyê ya jinan derketin dikê û bi dehan sitiran gotin piştî sitiranan şahî bidawî bû.
(zt)

