Li DU' yê teqîn!
14:58
Nîsan
20
/ 2012
AMED – Li Fakulteya Perwerdê ya Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê, li qata duyemîn a ku Beşa Dîrokê lê ye, bombeya deng teqiya. Di teqînê de hate diyarkirin ku tişt bi kesî nebûye, lê zirar û ziyan çêbû. Sedema teqînê nehat hînbûn. Ekîbên lêkolînê yên polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin. Di 4’ê nîsanê de jî, li beşa Biyolojî ya Fakulteya Fen û Wêjeyê ya vê zanîngehê, teqîn çêbû.
(zd/ho)
