Namzeta hevşaredara Sêrtê jinên xebatker ziyaret kir
11:46
JINHA
SÊRT – Namzeta Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemir bi bonaya 8’ê Adarê Roja Jinên kedkarên Cîhanê û xenatên hilbjartinan xebatkarên jin ziyaret kir.
Namzeta Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemir û endamên Meclisa Jinên BDP’ê ya Sêrtê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên kedkarên Cîhanê û xenatên hilbjartinan xebatkarên jin ziyaret kirin. Belkiza çu serdana Atolye ya Dokumana Mehfuran a jinan ya li taxa Afetevliri yê. Jinan Belkîza bi çepik û lîlandinan pêşewazî kirin. Belkîza 8’ê Adarê Roja Jinên kedkarên Cîhanê ya jinan pîroz kir. Belkîza diderbarê roja 8’ê Adarê de agahî dan jinan û di heman demê de bernameya çalakiyên jinên BDP’ê jî ji wan re ragihand. Belkîza balkişand li ser rol û giringiya cîhgirtina jinan di nava rêveberiyên herêmî de û got: “Di rêveberiyê de cihgirtina jinan tê wateya jin di kolanên nava bajêr de bi rehatî bijîn. Emê bajarê bi hevre jiyan kirinê ava bikin. AKP dixwaze me bixapîne û dengên me bi pereyan bikirin. Lê em dengên xwe nafiroşin.”
‘Hîmên bingehîn yê tevgera azadiyê emin’
Belkîza piştî jinan jî li taxa Kumeevleri yê mal ziyaret kir. Di ziyaret kirina malan de bi dehan jin tevlîbûn. Jinan bi baldariyek mezin li projeyên jinên BDP’ê guhdar kirin û pêşiniyarên xwe jî anîn ziman. Di ziyareta malan de Belkîza bang li jinên taxê kir û got: “Barek giran li ser milê me jinane. Hîmên bingehîn yê tevgera azadiyê emin. Qempanye ya îmzayan ya ku ji bo azadiya Serokê me hatî despêkirin emê jin birêve bibin. Divê êdî Serokê me Birêz Ocalan û hevalên me ne li İmralî bin li gel mebin. Ji ber van sedeman xebatên me û xwedîderketina me ya li qampanya yê giringe.”
Belkîza girêdayî bernameya Meclisa Jinên BDP’ê ya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên kedkarên Cîhanê bi jinan re parve kir û got: “Emê bajarê xwe bi rengê azadiyê û jinan bixemilînin. Emê weke alayên azadiyê li hemû qad û navendan bin.”
(zt)

