YJA: Emê qadên 8’ê Adarê bikin qadên azadiyê

12:21

JINHA


 


BEHDÎNAN - Koordînasyona YJA'yê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hemû jinan kir, ku di çalakiyên 8'ê Adarê de piştevanî û hevkariya jinê bi hêzeke mezin nîşan bidin.


Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hemû jinên ku rûmet û wateya bûna jin bi tekoşîna azadiyê re dijîn û didin jiyîn, Roja Jinên Kedkarên Cîhanê  8’ê Adarê ku nêz dibe lê pîroz dikin û li ser bingehê şiara ‘bi jina azad ber bi netewa demokratîk ve’ di serî de Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropa hemû çalekiyên ku hatine destpê kirin sival dikin.”


 


Di daxuyaniyê de ku bal hate kişandina ser 8’ê Adara îsal a bi kampanya ‘bi jina azad ber bi netewa demokrat ve’ hat pêşwazî kirin û wiha hat gotin: “Cudahiya jinan, bi rengbûn, hebûna zêde û sekna wê, meydanên 8’ê Adarê wê bikin meydanên azadiyê. Cardin hatina gel hev a jinên ku ji hev hatine cuda kirin, dûrxistin, wê avakirina netewa demokratîk ew bixwe be. Netewa demokratîk di kesayeta jinê de azadbûna civakê ye. Bi pêngava avakirinê a ku me daye destpê kirin li gel sîstema azadiya jinê ji herêmê ber bi gerdonê ve pêşxistina wê emê bingeh bigirîn. Li ser vî bingehî di hemû qadên aborî, civakî, çandî, polîtik û di hemû qadekî de xebatên civakî bi hemû hêza xwe ya rêxistinbûnê di hemû astê de emê tevlîbûn çêbikin. Li gel vê pêwistiyên jinan bixwe, nasname û pirsgirêkên wanên jiyanê, pirsgirêkên azadiyê di hemû qadê de nîqaş bikin, çareseriyê wê emê bikîn biryar û sazîbûnên berdewam yên di hêza pêkanînê de pêşbixwîn. Ji bo nîqaş kirina pirsgirêkên civakî û çareseriyê, heya hêza ku vêna digire nava xwe, di heman demê de ew bixwe ku bi temamî azad bibe û di wateya pêkanîna wê de, emê dîsan xebatên ji bo wate qazenc kirina 8’ê Adaran debin.”


Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li ser bingehê ku yekitiya demokratîk bi hêzbikin, li hemû jinan banga ku meydanên 8’ê Adarê vegerandina qadên azadiyê dikîn.”