Li Silopiyê jinan qurnefîl belav kirin
12:40
JINHA
ŞİRNEX- Bi bonaya 8’ê Adarê Roja Jinên kedkarên Cîhanê li Navçeya Silapiya ya Şirnexê aktîvîstên DOKH’ê qurnefîl li jinan belav kirin û bang li jinên Silopiya yê kirin ku tevlî şahiya 4’ê adarê ya Silopiya yê bibin.
Bi bonaya 8’ê Adarê Roja Jinên kedkarên Cîhanê li Navçeya Silapiya ya Şirnexê aktîvîstên DOKH’ê qurnefîl li jinan belav kirin. Di heman demê de Mecilisa Dayîkên Aştiyê û rêvebverên BDP’ê jî tevlî çalakiya aktîvîstên DOKH’ê bûn. Jin li ber avahiya rêxistina BDP’ê ya Silopiyan kombûn û koma erbanê ya ku di biniya Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê de xwebatên xwe birêve dibin tevlîbûn. Di çalakiyê de qurnefîl li jinan hat belav kirin. Jin bi kincên xwe yên netewî tevlî çalakiyê bûn. Jinan di çalakiyê de duruşmên weke “Jin jiyan azadî”, Bijî yekîtiya Jinên Rojava” û “Bijî Serok Apo” diqêriyan.
Esnafan jî biç epik û nîşana serkeftinê piştevaniya jinan kirin. Di çalakiya belavkirina qurnefîlan de aktîvîsta DOKH’ê Meryem Eşkara axaftinek kin kir. Meryem bang li jinan kir ku tevlî şahiya 4’ê adarê ya ku dê li Silopiyan bê li darxistin bibin.
(zt)

