Ocalan: Şoreşa me şoreşa jinê ye
13:41
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de peyamek weşand. Di peyama ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ve hat weşandin de hat gotin, "Ti çîrok mîna çîroka koletî û azadiyê ya jinê bi mixabînî, hêrsî, kêfxweşî û bi coş bandorê li min nake." Ocalan got, "Divê biryarên cewherî yên jinan hebin. Avahî, malên jiyana azad ên jinan hebin. Cih û warên ku biryar li ser jiyanê werin dayîn, hebin. Lêgerîna jina azad bikin bingeha jiyana xwe. Gazinkar nebin, afirîner bin. Dema 3 yan jî 4 jin hatin cem hev, çareseriyê hilberînin. Ji jinbûyîna xwe bawer bin."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand. Ocalan di peyama xwe ya di hevdîtina dawî ya bi heyeta BDP-HPD'ê de nivîsand, bi rêzên hestewar ji jinan re axivî û bingeha rêhevaltiya ku bi jinan re daniye, vegot. Ocalan bi gotina, "Rêhevalên min ên jin ên dilovan" dest bi peyama xwe kir û got, "Ji bo min azadiya jinê ji ax, ji çandê girîngtir e. Divê mirov bibin azadîxwazên jinê. Pêwîste jin azad bibin. Divê hûn xwe azad bikin."
Şoreşeke jinê azad neke, ne şoreş e
Ocalan da xuyakirin ku ji bo azadbûyîna jinê divê hewldanên mezin bên kirin û got, "Ji ber ku gelekî jin lê ne azad be, ne azad e. Ji ber ku şoreşeke jinê azad neke, ne şoreş e. Ji ber ku rêxistineke jinê birêxistin neke, ne rêxistin e."
Ocalan di pemana xwe de got, "Cihê we ne tenê malên we ye. Divê hûn li her deverê bin. Xwedî gotin bin, divê li her deverê jin biaxivin. Eger têkoşîna azadiyê ya jinê nebûya, dê jin jiyana koledariyê dewam bikira" û ev nrixandin kir: "Lehengên jin ên şehîd hene, hemû jî gelekî giranbuha bûn. Ez hemû rêhevalên jin ên şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînim. Jiyana Sakîne mînak e. Azadbûna jinê, têkoşîna Sakîne ye. Divê hesabê Sakîne bê pirsîn, divê hûn ronî bikin."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Dîroka koledariyê ya jinê bêguman di çanda Rojhilata Navîn ve veşartiye. Pêngava wê jî ji ber vê yekê wê li vê xakê pêk were. Lê wê bi rêbaza mêr nebe. Ti çîrok mîna çîroka koletî û azadiyê ya jinê bi mixabînî, hêrsî, kêfxweşî û bi coş bandorê li min nake" û anî ziman, "Bi dîtina min, xete, şaşitî û kirêtiya herî bingehîn a di jiyana civakî de hatine kirin di mijara jinê de hatine kirin û jiyanê hînê ji destpêkê ve dide windakirin. Sedema sereke ya vê çanda kapîtalîzmê ye. Di ti serdema dîrokê de mîna di kapîtalîzmê de jin nehatiye îstîsmarkirin û di xizmeta sîstemê de nehatiye bikaranîn. Lewma di azadiya jinê de parastineke cewherî ya xweser, divê bibe pîvana bingehîn a jiyanê. Divê hûn vê yekê di mejî de pêk bînin."
Divê jin komunên aboriyê ava bikin
Ocalan diyar kir ku her roj bi dehan jin tên qetilkirin û got, "Ev mirin ji şer xirabtir in. Zarokên biçûk ên keç, di bin navê bûkê de weke hevjîn digirin gel xwe. Dema digire dibe hevjîn, dema dest diavêje dibe laş. Dûre bi çi rengî dikare li rûyê wê were temaşekirin. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên jinê bêkarî ye. Jin jî bê aborî hiştin. Aborî ji bo jinan girîng e. Jin li derveyî jiyanê hatiye hiştin. Divê jin di nava civakê de bibe xwedî cih. Jin pêşenga veguherîna civakî ye. Pêwîste jin komunên xwe yên aboriyê ava bikin."
Ocalan got, "Divê biryarên cewherî yên jinan hebin. Avahî, malên jiyana azad ên jinan hebin" ev yek destnîşan kir: "Pêwîste cih û warên li ser jiyanê biryar lê werin girtin hebin. Lêgerîna jina azad bikin bingeha xebatên xwe. Nebin gazinkar, bibin afirîner. Dema 3 an jî 4 jin hatin cem hev, divê çareseriyê hilberînin. Ji jinbûyîna xwe bawer bin. Bi hêvî bin, kedê bidin. Bi bawerî bikin. Xebata bi bingeha jinê girîng e. Jinbûyîn tiştekî muthîş e. Jiyaneke muhtîş ji jinê re dikare bê jiyîn. Ancax bi vî rengî jin karibe xwe ji koledariya 5000 salan rizgar bike. Di warê civakî û estetîk de hûnê tevahiya jiyanê diyar bikin. Jiyana aborî, jiyana civakî, jiyana estetîk hûnê ava bikin. Û bi vî rengî hûnê me mêrên hov sererast bikin."
Ocalan da xuyakirin ku pirsgirêka jinê pirsgirêka çînî, aborî ye û got, "Pirsgirêka jinê di heman demê de pirsgirêkeke siyasî ye. Hûnê siyasetê bi eşqê bikin. Bila hevserokatî li her deverê bê rûniştandin. Hevserokatî gerdûnî ye. Wekhevparêz e. Hûn dikarin xwe zindî bikin. Hûnê vê yekê bi pîvana azadiyê re bikin yek. Divê hûn azadî û nasnameya jinê ferz bikin. Ti kirêtî ji yekbûyîna bi jina koledar û mêrê zordar bêtir biçûkatî, qirêjî nîne. Dîsa ti yekitî û yekbûyîn ji jiyana bi jina azad û mêrê xwe ji zordariyê rizgar kiriye, bi qîmet, bedew û rasttir nîne."
Şoreşa me şoreşa jinê ye
Ocalan destnîşan kir ku şoreşeke mezin a azadiyê jênevegeriya jiyana watedar e û got, "Ji ber vê yekê divê şoreşa Rojhilata Navîn weke şoreşeke azadiya jinê bi pêş biçe. wekhevî û azadî bi mijara jinê dikare pêk were. Şoreşa me şoreşa jinê ye. Emê koledariya jinê ji holê rakin. Ya me şoreşa çînî ye. Şoreşa jinê şoreşa pêşeng e. Asta heyî, nîvê rê ye. Lê divê neyê ji bîrkirin, ya girîng dawiya rê nîne, meşa bi coş, eşqa kolektîf û bedewiyên di rê de ye."
Jin bo jinê gotinên me neqediyane
Ocalan di dewama peyama xwe de got, "Navên nîşaneya têkoşîna azadiyê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi rêzdarî bibîr tînim û dixwazim diyar bikim ku emê teqez ji kujeran hesabê vê komkujiya hovane bipirsin. Emê aştî û çareseriya demokratîk di kesayetiya van rêhevalên xwe de diyarî hemû şehîdên xwe yên azadiyê bikin. Li gel dilsoziya bi şehîdên me yên esîl û rastiya jin-jiyanê, ezê bi hêza xwe ya kedê heta dawiyê tevkariya xwe dewam bikim."
Ocalan di peyama xwe de got, "Ji bo jinan gotinên me neqediyane. Li ser vê teşeyê, ez wek hemû rêheval û dostên li her qadê û li her kêliyê, bi zanakî, bedewî û eşqê silav dikim, hembêz dikim û serketinê ji we re dixwazim. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li we pîroz dikim."

