Salvegera rizgiarkirina Tirbespiyê tê pîroz kirin

13:47

 JINHA


TIRBESPIYÊ - Welatiyên bajarê Tirbespiyê dê ji bo salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Tirbespiyê şahiyekê lidar bixin.


Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi alîkariya welatiyên bajêr ên ji hemû pêkhateyan roja 1`ê adara sala 2013`an bajarê Tirbespiyê ji destê rejîma Basê rizgar kirin. Bi vê munasebetê Navenda Çand û Huner a Tirbespiyê dê şahiyekê lidar bixe, şahî dê îro di saat 14.00`an de li meydana Azadî ya bajêr bê lidar xistin. Tê payin ku welatiyên bajêr piştî şahiyê meşekê lidar bixin.


Di vê navberê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger kolanên bajêr bi alên Kurdî xemilandin.