Jinên Amedê bi armanca 8’ê Adarê ji jinên girtî re kart şandin

14:14

JINHA


AMED – Têkela DOKH’ê ya Amedê di çarçoveya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê de ji jinên girtî re kart şandin. 


Têkela DOKH’ê ya Amedê di çarçoveya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên kedkarên Cîhanê de ji jinên girtiyên siyasi yên di girtîgihan re kart şandin. Jin bi armanca kart şandinê li ber Şaxa PTT’ê ya Ofisê kombûn. Jinan durişmên weke “Jin jiyan azadî” qêriyan. Bi navê KESK’ê Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Selma Atabey axaftinek kir û got: “Berî niha 150 salan di fabrîqeya tekstîlê de barxwedana jinan nîşan dayî heta roja îro hatiye. Jin îra jî li ser wê mîrasê liber wê meşaleya wan jinan bilind kirî dekoşîna xwe ya azadî, wekhavî û dadmendiyê bilind dikin.


‘Emê li ser şopa jinên di girtîgehan de bimeşin’


Selma wiha domand: “Ji Rosayan heta Sakîneyan jin li tekoşîna xwe xwedîder dikevin. Jin niha ji her demê zêdetir xwediyê baweriya serkeftin û azadiyêne.” Selma diyar kir ku li Tirkiyê girtiyên jin yên siyasî ji hezaran derbasbûne û wiha got: “We ji bo tekoşîna jinan hîmên bingehînin. Di roja îro de ew hevalên me bi fîzîkî ne azadin. Nayê fikirandin ku emê tucarî hevalên xwe yên di girtîgihan de tekoşîna siyasî didin û di roja 8’ê Adarê de di bin mercên girtîgihan de pîroz dikin ji bîr bikin. Ji bo ew dangê me bibihîsin û qêrîna me ew dîwarên li  dora wan hilweşîne emê ji wan re kart bişînin.”


Piştî daxwiyaniyê ji jinên di girtîgehan re kart hatin şandin.


(zt)