Li Dêrsimê bi hezaran jin ji bo Sara meşiyan
14:57
JINHA
DÊRSİM- Bi boneya mitînga startê ya dibin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat ya ku îsal bi şîara “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” çalakiyên 8’ê Adarê hatin despê kirin. Bi armanca mitînga startê ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi hazaran jin li Dêrsimê kombûn. Beriya mitîngê bi hezaran jin ber bi gora siyasetmendara kurd Sakîne Cansiz ya ku li Goristana Şaredariya Asriyê dimîne ve meşiyan û goristan ziyaret kirin.
Mitînga startê ya ku dibin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ku îsal bi şîara “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Meydana Seyîd Riza a Dêrsimê despêkir. Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma İrmak, Parlementera BDP’ê a Êlihê Ayla Akat Ata, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, Namzeta Hevşaredara BDP’ê a Dêrsimê Nurhayat Altun, endamên Platforma Jinan ya Dêrsimê, jinên ku ji Wan, Sêrt, Harput Amed û Erzîncanê hatin li Kopruya Mamekê hatin bahev. Beriya mitîngê bi hezaran jin ber bi gora siyasetmendara kurd Sakîne Cansiz ya ku li Goristana Şaredariya Asriyê dimîne ve meşiyan û goristan ziyaret kirin. Li ser gora Sakîne qurnefilên sor danîn û ji bo giyane hemû canfedayên tekoşîna azadiyê deqeyek rêz girin.
‘Gotina me û hêza me ya guherînê heye’
Piştî ziyaret kirin goristanê bi hezaran jinên kincên netewî li xwe kirin xwe bi rengên kes kor û zer xemilandin ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Di destên jinan de panqartên weke “Gotina me û hêza me ya guherînê heye” û wêneyên 3 jinên siyastevanên kurd yên li Paytexta Fransa Parîsê hatîn qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hebûn. Jinan ber bi parqa Seyîd Riza ve dest bi meşê kirin. Jinên ku di destên wan de wêneyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û wêneyên 3 jinên siyastevanên kurd yên li Paytexta Fransa Parîsê hatîn qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hebûn. Li gel wêneyan jî dovîz hebûn. Jinan durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî piştevaniya jinan” û “Ji zayendiya netewperes û mêtîngeriya çînîre bese” diqêriyan.
Dema ku meşa jinan li Meydana Sayîd Riza bi dawîbû û jin hemû kombûn. Mitîngê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyana kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane despêkir.
(zt)

