Li Mêrsînê pêşangeha wêneyên jinên şoreşger hat vekirin

16:06

JINHA


MÊRSİN – Li Parqa Leyla Şaylemez ya li Mêrsînê pêşangerha wêneyan ya wêneyên jinên din ava tekoşînê de cîh girtine hat vekirin. Namzeta Hevşaredara Navçeya Denizliyê Yuksel Mutlu diyar kir ku jin bi kedeke pir mezin ber bi azadiyê ve diherinkin û got: “Di serî de Sakîne Cansiz rêya ku jinên di nava tevgera azadiyê de cîh girtine yên weke Zîlanan, Bêrîtanan, Leylayan û Fîdanan rêya ku ji bo me hêlane dê bibe ronahiya me.”  


Di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ê de bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên kedkarên Cîhanê li Parqa Leyla Şaylemez ya li taxa Şevket Sumer ê pêşangihek ya wêneyan ya ku ji wêneyên jinên şoreşger vedibêjin pêktê hat vekirin. Di pêşangihê de  Namzeta Hevşaredara Navçeya Denizliyê Yuksel Mutlu, aktîvîstên (DOKH) ê, endamên Meclisa Şaredariya Akdenizê û gelek jin tevî pêşangihê bûn. Di pêşangehê de Namzeta Hevşaredara Navçeya Denizliyê Yuksel Mutlu axaftinek kin kir. Yuksel da zanîn ku wêneyên beşek biçuk ji jinên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane di vê pêşangihê de dixwiyên. Yuksel destnîşan kir ku dema ew li pêşangihê geriya ye pir hestiyar bûye. Yuksel bal kişand li ser wêneyên jinên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û got: “Wêneyên ku di vê pêşangihê de wêneyên hevalên me yên ku kedekem pir mezin dane di tekoşîna azadiyê de. Ev jinên ku wêneyên wan di vê pêşangihê de di dîrokê de şopên xwe hiştine û bi keda xwe gelek jin bandor kirine. Em li vêderê bên bahev û ji deryaya heyî bibin dilopek. Heger ku îro em li vêderê gihiştine hev bi saya tekoşîna wan jinane.”


‘Riya ku wan vekiriye dê ji bo me bibe ronahî’


Yuksel diyar kir ku dê tucarî Sakîne, Leyla, Fîdan, Bêrîtan û Zîlan neyên jibîr kirin. Yuksel da zanîn ku li Parqa Leyla Şaylemez vekirina pêşangihê xwediyê giringiyek watedare û wiha got: “Riya ku wan vekiriye dê ji bo me bibe ronahî. Em jî weke kesên ku di şopa azadiyê de dimeşin emê tekoşîna wan bigihînin jinên ciwan. Jin di riya azadiyê de dimeşin. Ji niha û pêde jî emê heman rêyê berdewam bikin. Jinên rêxistin kirî dikarin her rojê bikin 8’ê Adarê. Dikarin her sanye ya jiyana xwe ji bo tekoşînê veqetînin.”


Piştî axaftinan Yuksel û jinên li gel li nava pêşangehê geriyan. Dê tevahiya rojî pêşangeh vekirîbe.


(zt)